Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi armanca pirsîna li aqûbeta windayan û darizandina faîlan, di hefteya 649’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin. Qurnefilên sor û çarika dayikan a spî ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê û dowîzên ku wêneyên windayan li ser heye, bilind kirin. Wekî her hefte vê hefteyê jî Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Di çalakiyê de Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û nivîskar Asli Erdogan jî di çalakiyê de amade bûn.
BI DOZERAN XERA DIKIN
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu diyar kir ku cejnek din dîsa li Qada Galatasarayê ne û li aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "Tirkiye di dîroka xwe de serdema herî zêde hiqûq ketiye bin piyan dijî. Hikûmet îktîdara xwe bi TOMA û dozeran diparêze. Bi TOMA’yan mirovan bêdeng dike."
HEFTEYEK BERÊ HESTIYEN WÎ DÎTIN
Dayikan, vê hefteyê faîlên Ahmet Kaya û Halîl Kaya yên di sala 1996'an de li navçeya Bassa ya Şirnexê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn. Keça Ahmet Kaya Emine Kaya Erbek, diyar kir ku hefteyek berê gihiştin hestiyê bavê xwe û wiha got: "Li Gundê Taşkonak ê Bassayê di goristana 10 kesan de me hestiyê bav û mamê xwe dît. Me hestiyê cenazeyê 10 kesan xist sê tabûtan. Me cenaze li gundê Yatagankaya defin kirin. Dema bendav dihat avakirin hestî hatin dîtin. Ji bo cenaze bên dîtin me serî li her derê da, lê me tu bersîv negirt. "
AŞTÎ BINGEHA JIYANÊ YE
Vê hefteyê Mirovên Şemiyê Serpil Taşkaya, daxuyanî xwend û wiha got: "Em li cîhana ku dengê çekan, şer û kuştin her ku diçe zêde dibe dijîn. Ji ber vê yekê piştî roja 1'ê Îlonê ya Aştiya Cîhanê em vê daxwaza xwe ya aştiyê dîsa tînin ziman. Em dibêjin aştî bingeha parastina rûmeta jiyana mirovan e. Mafê aştiyê mafê mirovan e. Aştî wê ji bo van kesên ku em wêneyên wan hildigirin wê bibe mîrateyeke herî baş a mirovahiyê.”
BÛYE ERDNÎGARIYA GORISTANA BÊKESAN
Taşkaya, anî ziman ku di vê cejnê de jî goreke ku ew kulîlkan deynin ser tune ye û wiha got: "Îro cejn e. Di vê cejnê de jî gorek me ya em kulîlkan deynin ser tune ye. Tirkiye bûye erdnîgariya goristana bêkesan. Em bi daxwaza ku li aqûbeta windayan bipirsin li qada Galatasarayê ne. Bi wesîleya cejnê em dîsa bang li rayedarên dewletê dikin ku bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Aştî ji bo her kesî pêwîst e. Li Tirkiye pêdivî bi parastina mafên mirovan û edaletê heye."