Konca: Bi biryarnameyan pêşî li Şûjinê nayê girtin

Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca nerazîbûn nîşanî girtina Gazete Şûjin da û got, "Gazete Şûjin vegotina deng, reng, wêrekî û îradeya jinê ye. Jin wê xwedî li Şûjinê derkevin û em ê nûçeyên xwe ji nû ve çêbikin."

Piştgiriya ji bo Gazete Şûjin, dîhaber û Rojeva Medya, ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatin girtin, zêde dibe. Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca destnîşan kir, ku ew bi Şûjinê re ne û banga piştgiriyê li jinan kir.

Besîme Konca bi bîr xist, ku Gazete Şûjin di warê nûçegihaniyê de vîna jinê, her wiha her şêwe şîdeta li jinê tê kirin, kiriye rojeva xwe ya sereke.

Konca got, "Şûjin, bêhiqûqî û neheqiya di dema girtina parlamenterên me de eşkere kir. Hem siyaset ragihand, hem jî nûçegihaniya rast kir. Bûyera îstîsmarê ya li Êlihê, komkujiya li gundê Xerabê Bava û gelek bûyerên bi vî rengî, bi nûçegihaniyeke rast a di nava bê derfetiyan de, ji gel re ragihand. Girtina Şûjin ku saziyeke ragihandina rastiyan e, nîşan dide bê desthilatdarî çiqasî ji nûçegihaniya rast ditirse."

'NIKARIN PÊŞÎ LI ŞÛJINÊ BIGIRIN'

Besîme Konca destnîşan kir, ku ligel zext û zordariyan jî Şûjinê îspat kir bê nûçegihaniya rast çawa ye û ji ber ku hemû xebatkarên xwe jin bû, ziman û nêrîna jinê vegot.

Konca got, "Ji bo nîşandana pirsgirêkên jinan ji ber ku saziyeke gelekî hêja ye, bi zextên faşîzan, bi biryarnameyê hate girtin. Gazete Şûjin vegotina deng, reng, wêrekî û îradeya jinê ye. Jin wê xwedî li Şûjinê derkevin û em ê nûçeyên xwe ji nû ve çêbikin. Bi biryarnameyan, bi qedexeyan, çavkaniyên me yên mîna Şûjin nikarin bên girtin, nikarin kamerayên me û rûpelên me reş bikin. Eger jin dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, bibin wijdan, li edalet û hiqûqê bigerin, eger dixwazin nûçeyên rast bên çêkirin, divê xwedî li Şûjinê derkevin."