'Divê jin ji bo paşeroja xwe deng bidin'

Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gel Bêrîtan Asya, tevlîbûna jinan li Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê nirxand û got, "Pêwîste jin bi rengekî çalak tevlî hilbijartinê bibin."

Jinan bi Şoreşa Rojava re, di encama têkoşîn û berxwedaneke mezin de gelek serketin bi dest xistin. Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gel Bêrîtan Asya diyar kir, ji bo jin karibin xwedî li van destketiyên xwe derkeve, divê pêşengiyê ji hemû xebatên rêxistinbûnê yên li nava Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re bikin. Asya, hilbijartina komunan a 22'ê Îlonê û tevlîbûna jinan nirxand.

Asya işaret bi rola jinan a di avakirina Sîstema Federal a Bakurê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava de kir û got, "Dema ku Şoreşa Rojava li Kurdistanê dest pê kir, jinan gelek destketî bi dest xistin. Jinên li Bakurê Sûriyeyê jî, îro tevlî vê têkoşîna hebûnê dibin. Cihgirtina jinan li nava Sîstema Federal a Bakurê Sûriyeyê û pêşengiya wan ji her xebatê re, ispata vê rastiyê ye. Jin beriya şoreşê ji hemû mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Îro jî bi saya Şoreşa Rojava ya li tevahiya Bakurê Sûriyeyê belav bûye, jin di mijara pêşvebirina civakê de xwedî cihekî girîng e."

'EGER EM XWEDÎ LÊ DERNEKEVIN, PAŞEROJ WÊ JI DEST BIÇE'

Bêrîtan Asya bi bîr xist, ku sîstema federal projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Ev proje mafê hemû pêkhateyên civakê diparêze. Jİ ber vê yekê divê he kes, bi taybetî jinên li Bakurê Sûriyeyê xwedî li vê projeyê derkevin û bi roleke aktîf di nava pêşvebirina sîstemê de cih bigirin. Ji xwe jin di nava sîstema hevserokatiyê de dikarin karê xwe bi hêsanî bikin. Eger em xwedî li paşeroja xwe dernekevin, paşeroj wê ji destê me biçe. Ji ber vê yekê bang li hemû jinên Kurd, Ereb, Ermenî û hemû jinên li Sûriyeyê dijîn dikim; bi vê projeyê re em dikarin dawî li sîstema bi serweriya mêr bînin. Em xwedî li paşeroja xwe derkevin."

HILBIJARTINÊN 22'Ê ÎLONÊ

Bêrîtan Asya herî dawî bang li jinan kir ku pêşengiyê di hilbijartinan de bikin û got, "22'ê Îlonê wê hilbijartinên hevserokatiya komunan bê kirin. Hilbijartinên Federal ên Bakurê Sûriyeyê wê bi 3 qonaxan pêk were. Di qonaxa yekemîn de hilbijartinên komunan, di qonaxa duyemîn de hilbijartinên meclîsê û di qonaxa dawî de jî wê hilbijartinên giştî yên federal bên kirin. Ji ber vê yekê divê jin ji niha ve zend û bendan ba bidin, ji bo paşeroja xwe deng bidin ku destketiyên xwe mayinde bikin."