Ji her demê bêhtir pêwîstî bi nûçegihaniya jinê heye
Piştî JINHA'yê, Gazete Şûjin jî bi rêya biryarnameyê hate girtin. Kedkarên jin ên medyayê, qala sedema pêwîstiya bi nûçegihaniya jinê kirin.
Piştî JINHA'yê, Gazete Şûjin jî bi rêya biryarnameyê hate girtin. Kedkarên jin ên medyayê, qala sedema pêwîstiya bi nûçegihaniya jinê kirin.
Gazete Şûjin yek ji sê saziyên çapemeniya azad e, ku bi biryarnameya di hukmê qanûnan de ya bi hejmara 693'an hate girtin. Ji edîtorên Gazete Şûjin Ceren Karlidag, ji Ekmek ve Gulê Elîf Ekîn Saltik, nûçegihana Bîanetê Elîf Akgul û rojnamevan Bûrcû Karakaş ji ANF'ê re qala pêwîstiya bi nûçegihaniya jinê kirin.
ME NÛÇEYÊN XWE LI SER XETA ÎDEOLOJIYA AZADIYA JINÊ AMADE KIR
Ceren Karlidag anî ziman, nûçegihanî, rojnamevanî timî wek pîşeyekî di jêr kontrola mêran de tê qebûlkirin û karê jinan ê li vê qadê nayê dîtin. Karlidag destnîşan kir, ku nûçegihaniya jinê, hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê hesasiyeta jinê ya ji bo civakê, pêwîstî ye.
Karlidag diyar kir, Gazete Şûjin, di nava 9 mehên weşana xwe de ji ber vê sedemê gelek nûçe berevajî kir, jiyana civakî ji nû ve nirxand; ji bûyerên îstîsmara zayendî heta kuştina jinan, ji şoreşa jinê heta kedê gelek mijar nirxandiye, her wiha li ser xeta 'îdeolojiya azadiya jinê' ya ji laiyê şoreşgerên jin ên Kurdistanî û cîhanê ve hatiye afirandin, nûçeyên xwe amade kir.
EW NEBÛNA EM NEDIGIHAŞTIN VAN ROJAN
Karlidag ragihand, girtina rojnameya wan di demeke ku polîtîkayên dijminatiya li jinê û çapemeniya azad de, ew matmayî nekiriye û got, "Ji xwe demeke dirêj e li Tirkiyeyê zexteke giran li çapemeniya azad tê kirin û tê sansurkirin. Wekî din, dema ku ev pîşe ji aliyê jinan ve tê kirin, hê bêhtir aciz dibin." Karlidag destnîşan kir, ku zext bi giranî li çapemeniya Kurdan tê kirin. Karlidag anî ziman, ew bi saya sekna bi rûmet a hempîşeyên xwe yên wê demê gihîştine van rojan û got, "Eger di wê demê de hempîşeyên me yên bi rûmet bigota 'ewqas ji me tê' û dest ji vî karî berdabûna, em îro ne li vir bûn. Ji bo rojnamevanên Kurd, mîrateya berxwedanê û zehmet li gel hev bi rê ve çûn. Lê belê zext ti carî bi ser neketin."
EM Ê TIMÎ WAN ACIZ BIKIN
Ceren Karlidag destnîşan kir, ku Şûjin weke sembolekê, xweparastina li dijî zimanê nêr temsîl dike û feraseta nûçegihaniyê ya Gazete Şûjin wiha vegot: "Zimanê me ku di nûçegihaniyê de me kirine amûreke xweparastinê, wê ji niha û pê ve jî hinekan aciz bike. Ji ber ku Şûjin êdî di destê hemû jinên nûçeyên me dixwînin û dişopînin de ye."
GAZETE ŞÛJIN BI ÇAVÊ JINÊ LÊ DINERÎ
Nûçegihana Bîanetê Elîf Akgul jî bi bîr xist, ku pîşeyê rojnamevaniyê zûdeyî weke 'kulûba mêran' dihate nîşandan û got, "Jin timî li derve hatin hiştin. Halbûkî jin parçeyê hemû qadên aborî, şer, çand û jiyanê ne." Akgul diyar kir, nûçegihaniya li ser xeta jinê giraniyê dide vê beşê, lewma pêwîstî pê heye û got, "Li navendên nûçeyan ên bi mêran dagirtî ne, nûçeyên ku têkildarî jinan e tên derxistin û hêjayî nûçeyê nayên dîtin. Ji ber vê yekê, ji bo nûçegihaniya rasteqîn, pêwîstî bi nûçegihanên bi çavê jinê lê dinerin heye. Di vir de Gazete Şûjin derdikeve pêş. Ji ber ku di tevahiya weşana xwe de timî îspat kir ku di her çîrokê de jin hene. Hewl da vê nîşan bide. Ji ber vê yekê, ez karê wê gelekî hêja dibînim."
ŞÛJIN WÊ BI VÊ BÎR Û BAWERIYÊ WEŞANA XWE BIDOMÎNE
Edîtora Ekmek ve Gul Elîf Ekîn Saltik jî got, "Li dijî serdestiya mêr, nêrîn, ziman û nûçeyên bi mejiyê mêr, em nûçegihaniya li ser bingeha jinê, nûçegihaniya jinê gelekî girîng dibînin. Di nava civakekê de ku her roj jin tên kuştin, şîdet, destavêtin û cihêkarî lê tê kirin, ji bo xurtkirina piştevaniya jinê, ji bo dawîanîna li bindestiya jinê, pêwîstiya me bi nûçegihaniya jinê neye."
Saltik da zanîn, ku weşana Gazete Şûjin bi biryarnameyekê hate qedandin û got, "Lê belê Gazete Şûjin wê bi vê bîr û baweriyê, bi biryardarî weşana xwe bike. Wê nûçegihaniya jinê bidomîne û şûjinê timî di serweriya mê re rabide.
DIVÊ NÛÇEGIHANÊN JIN ZÊDE BIBIN
Rojnamevan Bûrcû Karakaş jî destnîşan kir, ku ji ber di medyayê de nêrîna jinê kêm maye, ji her demê bêhtir pêwîstî bi nûçegihaniya jinê heye û got, "Şûjin li nava medya Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e. Ez bawerim wê ji niha û pê ve jî van hewldanên xwe bidomîne."
Karakaş bal kişand ser girîngiya zêdebûna hejmara nûçegihanên ku zimanê zayendîperest bi kar nînin, zêdebûna hejmara nûçegihanên jin.