Têkoşîna aştiyê ya jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê
Li Tirkiye û Kurdistanê di serî de Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, jin ji bo bidawîbûna şer, eşkerebûna kuştinên kiryar nediyar û lêkolînkirina komkujiyan, bi salan e têdikoşin.
Li Tirkiye û Kurdistanê di serî de Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, jin ji bo bidawîbûna şer, eşkerebûna kuştinên kiryar nediyar û lêkolînkirina komkujiyan, bi salan e têdikoşin.
Li cîhanê di navbera salên 1990 û 2012'an 102 pêvajoyên aştiyê hatin meşandin û tevlîbûna jinan 8 ji sedî bû. Yên îmze avêtine ji sedî 3 jin, jinên navbeynkar ji sedî 3,2 û yên tevlî hevdîtina bûne jî ji sedî 5,5 jin in. Li gorî biryara hejmar 1325 a Neteweyên Yekbûyî, ku di sala 2000’î de girtiye divê jin tevlî her asta avakirina aştiyê bibin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, jin di kîjan astê de tevlî pêvajoyên aştiyê, heqîqet û edeletê dibin?
Her çiqas jin ji şer bi bandor bibin jî di her pêvajoyê de ji bo avakirin aştiyê bûne xala sereke. Di pêvajoyên muzakereyê de bûn şahid û. Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê di sala 2013’an de rapora pêvajoya çareseriyê eşkere kir û diyar kir ku şer bandoreke mezin li jinan kiriye.
Jin ji ber koçberiyê mehkûmî xizaniyê hatin kirin. Jin bûn hedefa şîdet, îşkence û êrîşa zayendî. Jinên di şer de zarok û hevjînên wan jiyana xwe ji dest dan, ev 30 sal in bi awayekî aktîf têkoşîna xwe didin meşandin.
TÊKOŞÎNA CIVAKÎ YA JINAN
Li gorî raporê mêran dîsa pêvajoya aştiyê wek serdestiyê xwestiye parve dike. Lê jinan her tim di alî aştiyê de têkoşîn dane. Li Tirkiyeyê de di serî de dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ji bo kuştinên kiryar nediyar derkevin holê, mirin rawestin û êrîş û komkujî bên lêkolînkirin, jin têkoşiyan.
JIN AŞTIYÊ PÊK TÎNIN
Aştiyeke ku van daxwaz û têkoşînên jinan nake hesab baweriyê nade. Di raporê de tê diyar kirin ku ger jin tevlî muzakereyên aştiyê nebe ew aştî ne mayînde ye.
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) ku di sala 2009’an de hat avakirin ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kete nava çalakiyan. Di Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê de ya 11 kesî tenê parlamenterek jin cih girt. Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û BÎGK ku ji aliyê BDP’ê ve hatibû vexwendîkirin di hevdîtinan de cih girtibû.
'JIN BI AWAYEKÎ AKTÎF DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE CIH DIGIRIN'
BÎKG’ê di 4’ê Gulana sala 2013’an de konferansa bi ser navê "Jin di pêvajoya aştiyê de aktîf rol digirin" pêk anî û di çarçoveya biryara hejmar 1325’an a Neteweyên Yekbûyî de ev daxwaz kirin:
"*Bi vê armancê xizmeta perwerdehiya zimanê dayikê û bikeve qada cemawerî, polîtîkayên civakî yên navendî ya zayenda civakî baldar bên girtin, di hemû qadên siyasî de wekheviya jin û mêr pêk bê.
*Li aliyê din jin dibêjin sûcên berê hatine kirin ger derkevin holê baweriya aştiyê jî nabînin. Yek ji daxwaza jinan ev bû ku sûcên tacîz û tecawizê yên li girtîgehê û bin çavan de bên darizandin û berpirs bên dîtin.
*Vegera gunda divê pêk bê, zirarên valakirina gundan ji holê bên rakirin, tazmînat bê dayîn. Berpirsên kuştinên kiryar nediyar bên dîtin. Gorên komî bên vekirin.
*Divê der barê bidawîkirina zextên psîkolojîk yên li ser jinên Kurd bên bidawîkirin.
*Di hemû civînên bin bana BÎKG’ê de jinan daxwaza reformên sektora taybet ya der barê zarokan de û zayenda civakî ya li bajar û gundan kir. Her wiha hat xwestin ku cerdevanî bê rakirin, leşker ji qadên jiyanê bên vekişandin, qadên bi mayîn bên paqijkirin. Girtiyên siyasî bên berdan.
*Her wiha hat xwestin ku di hemû pêvajoya aştiyê de di hemû kademeyan de jin cih bigirin."