Rojnamevanên jin: Wê têkoşîna jinê desthilatdariya mêr têk bibe

Rojnamevanên jin ên Kantona Efrînê êrîşên li ser çapmeniya azad şermezar kirin û gotin: "Wê ti carî dengê rastiyê neyê birîn. Em ê li hember her cure êrîşê li ber xwe bidin û rastiyê ragihînin."

Polîtîkayên tinekirin û qutkirina dengê rojnamevan û dezgehên çapemeniyê ji aliyê dewleta Tirk ve didome. Bi taybet li Tirkiyê bi îlankirina Rewşa Awarte re dewlet herî zêde êrîşî çapemeniya Kurd dike û dixwaze bi her awayî bêdeng bike. Herî dawiyê dîhaber, rojnameya Rojeva Medya û rojname Şûjin bi biryarnameyan hatin girtin. Têkîldarê êrîşên li ser çapemeniya azad rojnamevanên jin ên Kantona Efrîn a rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman û nerazîbûn nîşan dan.

'BI DENGEKÎ BILINDTIR EM Ê RASTIYÊ RAGIHÎNIN'

Nûçegihana rojnameya Ronahî Avaşîn Ibrahîm diyar kir ku dewleta Tirk bi gelek rêbazên cuda êrîşê vîna gelê Kurd dike û wiha got: "Dewleta Tirk ku bênavber êrîşî Kantona Efrînê dike û nikare bi ser bikeve, dixwaze di cihên din de bi ser bikeve. Ji ber wê êrîşê çapemeniya azad dike. Dixwaze kiryarên xwe binixumîne. Divê bê zanîn ku, hêza wan têra bêdengkirina Kurdan nake. Em rojnamevanên Kurd em ê li her derê li ber xwe bidin. Em ê ji siyaseta qirêj re serî netewînin. Bi dengek bilindtir em ê rastiyê raghînin."

'POLÎTÎKAYEK LI DERVEYÎ HIQÛQÊ TÊ PÊKANÎN'

Nûçegihan û xebatkara Radyoya Avrîn Canê Sîdo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya dagirkerî mohra xwe li dîrokê daye û wiha axivî: "Dewleta Tirk li hember kurdan û çapemeniya azad bi salane polîtîkayê qirkirin û tinekirinê pêk tîne. Bi sedan siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de dîl tên girtin. Polîtîkayek dervî hiqûqî tê pêk anîn. Jixwe ev polîtîka piştî darbeya 15'ê Tîrmehê ya 2016'an jî derbasî qonaxeke hîn dijwartir bû."

'JIN LI SER ŞOPA GÛRBETELLÎ ERSOZ DIMEŞIN'

Canê Sîdo da zanîn ku êdî her kesê ku dengê xwe derdixe dibe hedefa dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kesê ku dengê xwe derdixe dibe hedefa Erdogan, ji girtina siyasetmedaran, reşkirina ekranên TV'yan û hwd. kiryarên dijî dengê azad dide meşandin. Dewleta tirk herî dawiyê rojnameya Şûjin jî girt, bi vê yekê jî xwest ku rastî û gemariya xwe veşêre. Dixwazin tecawizkar û qetilkirina jinan binixumînin. Ji ber ku Şûjin jî dibû dengê wan jinan hate girtin. Em wek rojnamevan piştgiriya xwe heya dawiyê didin çapemendiya azad. Em ê li ser şopa Gûrbetellî, Denîz Firat û hemû şehîdên ku di vê riyê de canê xwe feda kirine, bimeşin. Wê têkoşîna jinan desthilatdariya mêr têk bibe."

'WÊ TI CARÎ NIKARIBIN DENGÊ RASTIYÊ BIBIRIN'

Nûçegihana ajansa ANHA'yê Cîhan Omer jî êrîşên li ser dezgehên çapemeniya azad şermezar kir û wiha domand: "Dewleta tirk ev ne cara yekeme êrîşê çapemeniya azad dike. Gelek ajans û rojnameyên kurd li bakûrê Kurdistanê rastî êrîşên dewletê tên. Wê ti car dengê heqîqetê neyê astengkirin. Em ê wek rojnamevan li hember her cure êrîş li ber xwe bidin û rastiyê raghînin. Mînaka berxwedanê rojnameya Welat e, ku bi dirûşmeya 'Naşkê û Nakeve' dest bi weşanê kir."