Meha Tebaxê mêran 36 jin kuştin, 39 zarok îstîsmar kirin
Li Tirkiyeyê, meha Tebaxê mêran herî kêm 36 kuştin, şîdet li 37 jinan kirin û destdirêjî li 39 zarokan kirin.
Li Tirkiyeyê, meha Tebaxê mêran herî kêm 36 kuştin, şîdet li 37 jinan kirin û destdirêjî li 39 zarokan kirin.
Di desthilatdariya 15 salan a hikumeta AKP'ê de şîdeta mêr a li jinan tê kirin, hezar û 500 caran zêde bû. Ev dane roj bi roj zêde dibe.
Li gorî daneyên nûçegihanên jin; mêran meha Çileyê 37, meha Sibatê 30, meha Adarê 35, meha Nîsanê 31, meha Gulanê 39, meha Hezîranê 36 û meha Tîrmehê jî 36 jin kuştin. Di nava sîstema bi serdestiya mêr de, mêran meha Tebaxê jî herî kêm 36 jin kuştin. Di 7 mehên destpêkê yên sala 2017'an de herî kêm 242 jin hatin kuştin.
Bi qasî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, meha Tbaxê mêran şîdet li 37 jinan kirin. 16 jin jî ji ber şîdeta mêr ber bi întixarê ve hatin birin û 7 ji van jiyana xwe ji dest dan.
28 ji sedî yên jinên hatin kuştin ji aliyê mêrên nasê xwe ve hatin kuştin. 25 ji sedî jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. 9 ji sedî ji aliyê mêrên nenas ve hatin kuştin. 3 jin, ji ber ku li karê ewlekariya xwe nîne xebitîn jiyana xwe ji dest dan. Jinek jî ji ber ku wesayita polîsan lê da, jiyana xwe ji dest da.
Li hemberî şîdet, destdirêjî, destavêtin û şîdeta ji aliyê mêran ve tê kirin, jin li dijî mêran xwe diparêzin û dibêjin, "em jiyana xwe diparêzin." Meha Tîrmehê, 9 jinan li dijî mêrên şîdet û êrîşa zayendî li wan dikirin, xwe parastin.
Meha Tebaxê jî 7 jinan mafê xwe yê xweparastinê li dijî mêrên êrîşkar bi kar anîn.
DESTDIRÊJÎ LI 39 ZAROKAN HATE KIRIN, 8 ZAROK HATIN KUŞTIN
Li gel şîdeta li jinê, destdirêjî, êrîş û kuştina zarokan jî zêde bû. Meclîsa ku red dike ku îstîsmarkirina zarokan lêkolîn bike, erka zewicandinê ya dide miftiyan, ku wê zewaca di emrê zarokatiyê de zêde bike, xist rojeva xwe. Weqfa Ensarê jî ku bi îstîsmara zarokan tê naskirin, hê jî dibistanên havînê ji xwe re vedike. Îstîsmara zayendî ya li zarokan bi rengekî rêk û pêk dewam dike.
Meha Tebaxê mêran dest dirêjî 39 zarokan kirin û 8 zarok kuştin.