Jinên Mêrdînî: Divê ji bo kampanyaya TJA’ê piştgirî bê dayin

"Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê ye û divê demildest tecrîd rabe. Çareseriyeke bê Abdullah Ocalan ne pêkan e."

Jinên Mêrdînî piştgirî dan kampanyaya TJA’yê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi dirûşma ‘Wê tecrîd bişike, azadî bi ser bikeve’ û gotin: “Heta rêbertî azad nebe jin jî azad nabin. Em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.”
 
TJA’yê 19’ê Tebaxê li Stenbolê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘wê tecrîd bişike, azadî bi ser bikeve’ kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de jinên Mêrdînî jî piştgirî dan kampanyayê. Der barê kampanyayê  Hanîfe Amîkê diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdê ferz dike û Kurdan û zimanê wan tine dihesibîne. Li Tirkiyeyê divê êdî rêyên çareseriyê neyên xetimandin.  Em hemû li vî welatî dijîn. Divê em hemû bi zimanên xwe biaxivin.  Bila zilma li ser Rêbertiyê bidawî bibe.” 
 
‘AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA ME HEMÛYAN E’ 

Hanîfeyê got, çand û nîjad cuda bin jî divê cîhaneke ku her kes li bara hev rêzdar bin bê afirandin û wiha domand: “Birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û em vê şermezar dikin. Em  gel dixwazin fikrên rêberê xwe bibihîzin.  Yên vê asteng dikin dibêjin qey  wê ew fikr di nav çar dîwaran de birize.  Lê rêberê me ji bo Tirkiyeyek azad û jinan bê navber hildiberîne. Bêguman wê ew fikr rojekê bigihêjin me. Wê yên asteng dikin birizin. Kampanyaya TJA’yê daye destpêkirin gelek girîng e. Divê hemû jin ji bo pêşeroj û siberojên azad li dora vê kampanyayê bibin xelek”.

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Jina bi navê Hîkmet Şamanê jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê ye û got divê demildest tecrîd rabe, çareseriyeke bê Abdullah Ocalan ne pêkan e. Fadîme Guneşê jî di axaftina xwe de balkişand ser girîngiya kampanyayê û got divê piştgiriya ji bo kampanyayê xurt bibe û her wiha da zanîn ku tecrîd rojeva wan ya sereke ye.