Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê kuştina Guven şermezar kirin
Saziyên Jinên Kurd ên li Ewropayê, revandin û kuştina Saray Guven şermezar kirin.
Saziyên Jinên Kurd ên li Ewropayê, revandin û kuştina Saray Guven şermezar kirin.
Di daxuyaniya hevpar a saziyan de hat gotin, "Kuştina jinan polîtîk e û çareseriya wê jî rêxistinbûn e. Em jinên Kurd ên rêxistinbûyî yên li Ewropa û Elmanyayê, soz didin ku li dijî cînayetên jinan em ê xweparastinê xurtir bikin û rêxistinbûna xwe mezintir bikin."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) daxuyaniyeke hevpar weşandin û şermezarkirina Saray Guven li Frankfûrtê, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jiyana jinan li her qadê dibe hedef û hat gotin, "Li Elmanyayê, şîdeta li jinê her sal zêde dibe. Êdî bi rengekî sîstematîk tê kirin. Di kuştina jinê de bi rengekî bê sînor hovîtî tê kirin. Jinên ku afirînerên jiyaneke nû ne, dema ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bi xwe bidin, yekser dibin hedef û bi mirinê gef li wan tê xwarin. Jinên me ku mafê jiyanê diparêzin û ji bo vê têdikoşin, bi rengekî rêk û pêk û hovane tên kuştin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku şîdeta zayendî û şîdeta giştî ya li dijî jinê zêde bûye, sîstema bi serdestiya hewl dide vê rewa bike û hat gotin, "Di van rojan de ku êrîşên şîdeta zayendî û kuştina jinê zêde bûye, sîstema dewletê ya bi serdestiya mêr, bi kêmkirina ceza re cesaretê dide mêran û wan teşwîqî cînayetê dike. Şîdeta mêr a zêde bûye, her carê mafdar tê nîşandan û tê xwestin ku jin mehkûmî bêdengiyê werin kirin. Em vê qebûl nakin. Em careke din eşkere dikin, ku ji kîjan gel û baweriyê dibe bila bibe, em bi jinan re ne."
Di daxuyaniyê de kuştina Saray Guven hat şermezarkirin û hat gotin, "Kuştina jinê polîtîk e û çareseriya wê jî rêxistinbûn e. Em jinên Kurd ên rêxistinbûyî yên li Ewropa û Elmanyayê, soz didin ku li dijî cînayetên jinan em ê xweparastinê xurtir bikin û rêxistinbûna xwe mezintir bikin."