Li Tarsûsê êşkenceyê li girtiyan dikin

Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê 13 gardiyanan êşkence li 3 jinên girtî kirin.

Binpêkirina mafan roj bi roj belav dibe. Li Girtîgehan zextên li ser girtiyan her ku diçe dijwar dibe. Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê jî êşkence di asta herî jor de berdewam dike. 13 girtî li dijî êşkence û pêkanînên dijmirovî 15 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Li aliyê din 13 gardiyanan êşkence li 3 jinên girtî kirin. Girtî Fatma Gokkan bi riya birayê xwe Veysel Gokkan diyar kir ku 13 gardiyanan êşkence li 3 jinan kirine. Veysel anî ziman ku hêj şopa êşkenceya rojên borî derman nebûye, dîsa êşkence li girtiyan hatiye kirin. Veysel, bi rêya telefonê agahî ji xwişka xwe girt û anî ziman ku jinên girtî gotine: "Mirin jî hebe ew ê teslîm nebin û li hemberî êşkenceyê serî natewînin.”

Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jî bi riya malbatên xwe diyar kirin ku wê dernekevin hevdîtina vekirî. Girtiyan anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê wan û endamên DAIŞ'ê bi hev re derdixe hevdîtinê û ew naxwazin di heman salonê de derkevin hevdîtinê.