TJA dest bi civînên jinan kir
TJA di çarçoveya kampanyayên “Em ê komkujiya jinan rawestînin û em ê jiyanê azad bikin” û “Tecrît wê winda bike azadî wê bi ser keve” civînên jinan li dar dixe.
TJA di çarçoveya kampanyayên “Em ê komkujiya jinan rawestînin û em ê jiyanê azad bikin” û “Tecrît wê winda bike azadî wê bi ser keve” civînên jinan li dar dixe.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyayên “Em ê komkujiya jinan rawestîn, jiyanê azad bikin” û “Tecrît wê winda bike azadî wê bi ser keve” dest lidarxistina civînên jinan kir. Jinan li navçeya navendî ya Rezana Amedê bi pêkhatiyên xwe re civîna jinan pêk anî. Di civînê de behsa tecrîta giran a ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û bi OHAL’ê re zêdebûna komkujî û tundiya li dijî jinan hat kirin.
Di civînê de jinan diyar kirin ku tecrîta li ser Ocalan pêk tê di heman demê de êrîşek li dijî vîna jinan û hemû nirxan pêk tê û peyama wê tecrît bê şikandin hat dayîn. Her wiha di civînê de jinan da zanîn ku li dijî tecrît û qirkirina jinan wê têkoşîna jinan bê xurtkirin û pêwîst e berxwedan mal bi mal kolan bi kolan belav bibe.