Qeyûm tîma fitbolê ya jinan a Wanê qedexe dike
Qeyûmên ku li Wanê saziyên ku di demê şaredariya DBP’ê de hatibûn vekirin girtin, herî dawî jî xwe amade dike ku tîma fitbolê ya jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bigire.
Qeyûmên ku li Wanê saziyên ku di demê şaredariya DBP’ê de hatibûn vekirin girtin, herî dawî jî xwe amade dike ku tîma fitbolê ya jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bigire.
Tevî serkeftinên tîma fitbolê ya jinan a beriya 4 salan di dema DBP’ê de hatibû vekirin û ji lîga 3’an derbasî lîga 2’an bilind bû, ji aliyê qeyûm Mûrat Zorlûgolû ve bi hinceta ‘Ti pêwîstî pê nîne û mezaxtina wê gelek e” rê neda ku Kadin Yildizlar û Kadin Genç Yildizlar beşdarî ligê bibin.
Tîma fitbolê ya ku destûr nehate dayîn ku beşdarî pêşbaziyên herêmê yên stêrkên ciwan ên jinan ku her havîn tê kirin, rê nehate dayîn beşdarî lîgê jî bibe.
Bi vî awayî, qeyûman dawî li hemû xebatên jinan ên di demê şaredariya DBP’ê de hatine pêk anî.