Cesedê Saray Guvenê hate dîtin

Saray Guven a ji Kurdistanê ya ku ji 20’ê Tebaxa 2017’an û vir ve tu agahî jê nehaye stendin, cesedê wê li daristaneke nêzî Darmstadtê hate dîtin. Rayedarên polîsan ji ANF’ê re diyar kirin ku, “Bi îhtîmaleke mezin cesed ê Saray Guvenê ye.”

Saray Guven a 47 salî û diya 3 zarokan e ya ku li Frankfûrta Elmanyayê dijî, di 20’ê Tebaxa 2017’an de dema ji kar vedigeriya, di rê de telefonî zarokên xwe kir û diyar kir ku ew niha vedigere malê. Lê careke din tu agahî jê nehate stendin.

Duh di saet 19.30’an de li daristaneke di navbera Darmstadt û Frankfûrtê de, li navçeya Munsterê cesedek hate dîtin. Polîsan diyar kirin ku cesed ê jinekê ye û haya zarokên Guvên pê xistin.

Zarokên Guvenê îro ji gustîlk û kincên wê diya xwe teşxîs kirin. Cesed 37 kîlometreyan dûrî Frankfûrtê li Munsterê hatiye dîtin. Polîsan têkildarî cesed agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku cesed nayê naskirin.
Rayedarên polîsên Frankfûrtê hê daxuyaniyeke fermî nedan lê ji ANF’ê re diyar kirin ku, “Bi îxtîmaleke mezin cesed ê Saray Guvenê ye. Xebatên ji bo zelalkirinê nasnameyê didome.”

Hat diyarkirin ku wê Serdozgeriya Frankfûrtê têkildarî awayê kuştina Guvenê roja Duşemê agahiyan bide.

BERSÛC LI FRANSAYÊ HATIBÛ BINÇAVKIRIN

Hayreddîn Tandogan ê ku di warê psîkolojîk de nerihet e û herî dawîn li nêzî Frankfûrtê bi Guvenê hatibû dîtin, hefteya borî li Fransayê li bajarê Strasboûrgê hatibû girtin.

Vî kesî ku ji aqûbeta Guvenê berpirsyar tê dîtin nasnameya xwe veşartibû. Keça mezin a Saray Guvenê Dîlan Bengî ev agahî dabû ANF’ê:

“Diya min çi dema ku dereng dima, haya me jê çêdikir. Li gorî min, diya min hatiye revandin. Roja Yekşemê got va ye ez têm malê, lê careke din me xwe negihand wê. Me wesayîta diya min li kuçeyeke jêrî mala me dît. Me di heman rojê de haya polîsan jê çêkir. Polîsan wesayît birin, li şopê digerin. Ez dizanim ku di demên dawîn de hinek kes li ser facebookê diya min aciz dikir. Ji ber vê jî diya min rûpela xwe yê facebookê girtibû.”