Doza darezadina kujerê Yeter Polat li Berlînê hate destpêkirin

Doza kujerê Yeter Polat (Pehlîvan) a sala borî ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, li paytext Berlîn a Elmanyayê hate destpêkirin. Doza ku têde îdaname hate xwedin, taloqî 4’ê Îlonê hate kirin.

Xuşka Yeter Polat û nûnerên saziyên jinên Kurd beşdarî rûniştinê bûn.

Di rûniştina têde îdaname hate xwendin de, ji bo kujer li gorî destûra Ceza ya Elmanyayê ya Madeya 221’an cezayê heta hetayê hate daxwaz kirin.

Rûniştin taloqî 4’ê Îlonê hate kirin.

Di saetên doz hate destpêkirin de, Meclîsa Jinan a DEST-DAN li pêşiya dadgehê mîtîngek lidar xistin.

DESTDAN, Saziyên Jinên Êzidî, Meclîsa Jinên Êzidî-Edessa, saziya sêwana jinên Êzidî û saziyên jinan ên Elman beşdarî mîtîngê bûn.

Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin, şideta li ser jinê hate protestokirin.

Hevseroka NAV-DEM a Berlînê Melek Yûla ya ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku şideta li ser jinê global bûye.

Ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst Seher Yeter jî destnîşan kir ku wê şopdarê dozê bin.

Ji Tevgera Jinên Êzidî yên Azad-Ewropayê Leyla Boran jî diyar kir ku wê dozê bişopînin.

Ji DEST-DAN’ê Sûsana Bosslîng jî diyar kir ku gel saziyên projeyên wan ên li dijî şideta li ser jinê wê bi hev re hatine cihê çalakiyê. Rosslîng destnîşan kir ku ev sîstem jinan îzole dike, banga têkoşînê ya li dijî şideta li ser jinê kir.

Xuşka Yeter Polat Îslîm Polat jî axivî û diyar kir ku ev zilim wê bê beramber nemîne.

Ji Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê jî Nûpel Mûnzûr jî diyar kir ku qanûn bûye sîstemeke ya zayendparêziyê. Mûnzûr destnîşan kir ku asayîkirina qetlîama li ser jinan nayê qebûlkirin.

Mûnzûr di dawiya axaftina xwe de got, ew ê şopdarê dozê bin.

Di çalakiyê de berdevka çapemeniyê ya dadgehê Lîsa Janî jî axivî û bibîr xist ku îdaname li ser cezayê bilind hatiye vekirin. Jana têkildarî dozê agahî da.