Xebatên Dawiya Hefteyê ya Feminist a Jineolojî dest pê kir
Li bajarê Bern ê Swêdê xebatên kargeriya Jineolojiyê ya "Dawiya Hefteyê ya Feminîst" a di navbera 31 Tebax û 3'ê Îlonê de dest pê kir.
Li bajarê Bern ê Swêdê xebatên kargeriya Jineolojiyê ya "Dawiya Hefteyê ya Feminîst" a di navbera 31 Tebax û 3'ê Îlonê de dest pê kir.
Li Swêdê gelek jinên femînîst li hev kom bûn û dest bi xebatên ‘Dawiya Hefteyê ya Feminist" kirin. Yekem xebata Dawiya Hefteyê ya Femînîst bi karkeriya "Jineolojî" dest pê kir. Xebatên karkeriya Femînîstan li bajarê Bern û Husî didomin. Karkerî ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bernê ve pêk hat.
Gelek jinên Swêdî tev li kargeriyê bûn. Di bernameyê de dîroka Tevgera Azadiya Jina Kurd hat vegotin.
Cerebe û xebatên wan hatin pênasekirinû vegotin. Dîsa li ser mijara jineoloji niqaş hatin kirin. Li ser têgehê "Jineolojî çiye? Çima pêdivî pê hat dîtin, dîrokçeya wê" axaftin hatin kirin û xebatên wê yên pratîk hatin vegotin.
Di niqaşan de bêtir li ser wate û girîngiya Jineolojî rawestiyan û hat diyarkirin ku Jineolojî di heman demê de zanyariya jiyanê û civakê ye. Hat destnîşan kirin ku Jineoloji, sparteya zanistî ya hişmendiya Moderniteya Demokratîk e û li dijî feraseta zanistiya pozîtîvist û baviksalarî derketiye pêş. Hat diyarkirin ku “Armanca Jineolojiyê ew e ku potensiyela jinan di hemû qadên jiyanê de derxe ronahiyê.’’
û bi domdarî hate gotin armanca sereke ya Jineolojiyê ew ku li dijî kapitalizmê jinan têxe nava zanebûnê û ji nû ve wateyê bidin jiyanê. Jineolojî destgirtina aqilê analitik û hestiyarî bi hevre ye.
Di niqaşan de hate gotin ku li dijî pergala serdest rexneya radîkal e û di encama pratîka jina Kurd de derketiye holê. Hat destnîşan kirin ku têgeha Jineoloji ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin û bi xwerêxistinkirina jinên Kurd û gerîllayên jin bi ruh û ber bûye. Tevgera Jinên Kurd şertê sereke yên li dijî pergala Baviksalariyê Xwebûn şert danîne.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Jineoloji; ji 8 qadên Politika, Demografi, Aborî, Dîrok, Tenduristî, Ekoloji, Sinc, - Estetik û Perwerdehiyê pêk tê.