Li Stockholmê jinan ji bo Ocalan azadî xwestin
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku ji ber Roja Aştiya Cîhanê, 1’ê Îlonê li Stockholmê çalakiyek kirin, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku ji ber Roja Aştiya Cîhanê, 1’ê Îlonê li Stockholmê çalakiyek kirin, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Çalakî li navenda bajêr a Stockholmê, li Meydana Sergeltorgê hate kirin, di axaftinan de jinên Kurd gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ramanên xwe ji milyonan mirov re bûye îlham û li gel gelê Kurd, rê nîşanî gelên çewisandî yên Rojhilata Navîn kiriye.
Jinan diyar kirin ku Ocalan di tevahiya jiyana xwe de aştî parastiye û pêşengî ji destpêkirina pêvajoya aştiyê re kiriye, ji 1999’an ve Ocalan li Girava Imraliyê bi şertên giran ên tecrîdê dijî û xwestin ku Ocalan were berdan.
Yek ji rêbera ciwanan a Tevgera 1968’an û rûyê naskirî yê tevgera şoreşger a Tirk Latîfe Fegan ji ANF’ê re got, ‘’Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in di şertê tecrîda giran de ye. Ji ber ku em bawer dikin ji bo çareseriya Kurd azadiya Ocalan diyarker e, di Roja Aştiya Cîhanê, 1’ê Îlonê de, ji bo pêkhatina aştiyê, gava pêşî em dixwazin Ocalan were berdan.’’
Çalakî bi banga Yekîtiya Jinên Kurd Sara û Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê pêk hat, di çalakiyê de jina ji Amerîkaya Latîn jî ala Mapûche hilda û destek da çalakiyê.
Margo Jara ya ji Şîliyê jî got, ‘’Doza me yek e û armanca me weke hev e. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi biryardarî têdikoşe. Em jî li dijî emperyalîzmê têkoşîna serxwebûn û wekheviyê didin. Ji bo vê jî gelên çewisandî divê destekê bidine hev.’’
Di çalakiyê de sirûdên Kurd û stran hatin gotin. Dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ ‘destê xwe yê xwînî ji ser Kurdistanê hilînin’’, ‘artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.