Dayikên Aştiyê: Li Girtîgehan binpêkirin zêde bû, çareserî aştî ye
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê daxuyanî da û diyar kirin ku li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêde bûne. Dayikan, destnîşan kirin ku çareserî aştî ye.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê daxuyanî da û diyar kirin ku li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêde bûne. Dayikan, destnîşan kirin ku çareserî aştî ye.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê têkildarî zextên li ser girtiyan zêde dibin, daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan xwest ji bo binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe, divê aştî pêş bikeve.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û Cejna Qurbanê li avahiya meclîsa xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Dayikan bal kişandin ser binpêkirina mafan û astengiyên li pêş hevdîtinan û wiha gotin: "Ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe, em tenê dixwazin aştî pêş bikeve. “Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Taybet Çetinkaya daxuyanî xwend û Cejna Qurbanê û 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li hemû girtiyan pîroz kir. Çetînkaya wiha got: "Daxwaza me ya sereke berî her tiştî bila bes zarok bên kuştin. Ji bo vê yekê em dixwazin aştî serdest be. Em dixwazin zilm û tundiya li ser girtiyan tê meşandin bi dawî bibe. Em aştiyek adîl û wekhev dixwazin. Li girtîgehan zilm û zor heye. Hemû mafên girtiyan tê astengkirin. Gelek girtiyên nexweş nayên dermankirin. Mirovên kal û pîr hene. Destûr nadin ku mirov bi xizmên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin."
ZEXTÊN LI SER GIRTIYÊN JIN ZÊDE BÛN
Çetînkaya, anî ziman ku li girtiyan ferz dikin ku cilên yekreng li xwe bikin û wiha got: "Girtî rastî zilm û zordariya li dijî mirovahiyê tên. Girtî li dijî vê zextan neçar dimînin li ber xwe bidin. Bi taybetî li dijî girtiyên jin zext zêde bûne. Em bang li hemû dayikan dikin ku li zarokên xwe xwedî derkevin. "
Xizma girtiyan Hediye Çetinkaya jî anî ziman ku di serî de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û li gelek girtîgehên din pêkanînên li dijî mafên mirovan hene û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê girtiyan darp dike. Porê wan jê dike. Cilên yektîp li wan ferz dike. Divê her kes li dijî van pekanînan dengê xwe bilind bike. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar nêzîk bibin."