Jinên Amedî: Yekîtiya neteweyî ji bo azadiyê şert e

Jinên Amedî destnîşan kirin, ku ew dixwazin li ser axa xwe bi rengekî azad bijîn û gotin, ji bo vê jî şert e yekîtiya neteweyî pêk were.

Bi hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re bangên ji bo yekîtiyê dewam dikin. Yekîtiya neteweyî, ku beşek ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, veguheriye hêviyekê. Ji bo ev hêvî bi cih were anîn, partiyên siyasî, beşên cuda yên civakê, rewşenbîr, nivîskar, saziyên jinan, akademîsyen û rûspiyên civakê li hev civiyan. Jinên Amedî jî işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kirin û gotin, Kurd hemû divê bibin yek.

Guluser Karahan bal bir ser yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan û diyar kir, êdî ne ya qebûlkirinê ye ku komkujî li Kurdan bê kirin. Guluser Karahan bi bîr xist, ku bi salane zarokên wan li pêş çavên wan dimirin û got, "Eger em Kurd nebin yek, wê berxwedana me ya ji bo azadiyê demeke dirêj dewam bike. Li ku Kurdek hebe, bila dest bide hev û li hev bicivin. Ev ax a me hemûyan e. Zarokên me yên li çar parçeyan jiyana xwe ji dest didin, ji bo yekîtî û azadiya me şer dikin."

Raziye Işiktaş jî anî ziman, ku zarokê wê jî di oxira vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir, ji bo dawî li kuştina mirovan bê anîn, şert e yekîtiya neteweyî pêk were. Işiktaş diyar kir, yekane xeyala wê yekîtiya gelên li çar parçeyên Kurdistanê ye û got, Kurd ji ber nebûna yekîtiyê zilm û zordariyê dibînin. Raziye Işiktaş destnîşan kir ku divê Mesûd Barzanî jî ji bo yekîtiya neteweyî bikeve nava hewldanan û got, "Em nebin yek, em ê bimirin yek bi yek. Ji bo welatekî azad, divê çar parçeyên Kurdistanê dest bidin hev."