Ev 24 sal in li zarokên xwe yên winda digere
Remziye Bayram a 2 zarokên wê winda ne, ev 24 sal in ji bo edaleta têdikoşe. Dayika Remziye dibêje, hêviya wê tenê çalakiya ji bo dîtina windayan e.
Remziye Bayram a 2 zarokên wê winda ne, ev 24 sal in ji bo edaleta têdikoşe. Dayika Remziye dibêje, hêviya wê tenê çalakiya ji bo dîtina windayan e.
Çalakiya "Winda bila bên dîtin û berpirsyar werin darizandin" ku her hefteyê ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve tê lidarxistin, ev 9 sal in bê navber dewam dike. Çalakiya ku bi salane her hefteyê li pêşiya Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû tê lidarxistin, ji ber bi hinceta Rewşa Awarte rê nehate dayin, ev saleke li avahiya komeleyê ve tê lidarxistin. Yek ji jinên ku ev 9 sal in her hefteyê di çalakiya xizmên windayan de li aqûbeta zarokên xwe dipirsin Ramziye Bayram a 60 salî ye. 2 zarokên Bayram winda ne. Bayram li gundê Temiran ê navçeya Pasûr a Amedê dijî. Zarokê yekem ê malbatê Mekî Bayram (18) li ser zextên cerdevanan a li ser gund sala 1993'an beşdarî nava PKK’ê bû, ji wê rojê heta niha ti agahî jê negirtiye. Malbat ji ber dewama van zextan di sala 1994’an de neçar man koçî navenda Amedê bike. Şîrîn Bayram ku zaorkê duyemîn ê malbatê koç kiriye, piştî koçkirinê û şûnde bi 2 rojan li mala xizmeke xwe ya li gund ma. Di şeva roja duyemîn a Şîrîn çûbû gund de, operasyonek li ser gund hate kirin û li gel gundiyan hate binçavkirin. Ji Şîrîn ê 18 salî ku hatibû binçavkirin êdî agahî jênehate girtin.
'LÊBORÎN XWESTINA DMME’YÊ JI QEBHETA WÊ MEZINTIR BÛ'
Dayika Remziye Bayram a ku her du zarokên xwe di temenê 18 saliyê de winda kiriye, nêzî 24 sal in li berpirsyarên windakirina zarokên xwe digere. Dayika Bayram anî ziman ku ji bo berpirsyar diyar bibin, bi salane têidkoşe. Dayika Bayram diyar kir ku piştî windakirina Şîrîn ê di bin çavan de bi salan têkoşîna hiqûqê da meşandin, lê ti encam jê nehat bidestxistin. Dayika Bayram destnîşan kir ku ji bo Şîrîn hemû rêyên hiqûqê yên navxweyî nehiştine, anî ziman ku dosya şandine Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Bersiva ji DMME’yê hat, hat diyarkirin ku ji malê du kes weke karmend bên qebûlkirin û ji bo mexdûryeta wan 40 hezar TL bê dayîn. Dayika Bayram bi gotina: "Lêborîn xwestina wê ji qebheta wê mezintire" rexne kir û destnîşan kir ku biryara hate dayin qebûl nakin û wê şopdarê dozê bin.
'ÇALAKIYA WINDAYAN BÛ HÊVÎ'
Dayika Bayram destnîşan kir ku kurê wê Şîrîn bê sûc hatiye binçavkirin û qetilkirin. Dayika Bayram bi bîr xist ku ji bo dîtina zarokên xwe çalakiya windayan a li gel ÎHD’ê daye destpêkirin ji bo wê bûye hêviyek. Dayika Bayram diyar kir ku bi ti awayî dewletê guh nedaye wan. Dayika Bayram destnîşan kir ku heta emrê wê têrê bike wê çalakiya windayan bidomîne û wiha pê de çû:
'EM GIHÎŞTINE WÊ ASTÊ KU BI HESTIYAN KÊFXWEŞ BIBIN'
"Hişmendiya dewletê qet nehatiye guhertin. Kijan dayik hestiyên zarokên xwe dixwaze. Lê vê dewletê gihandiye wê astê ku dayikên Kurd, bi dîtina hestiyên zarokên xwe kêfxweş bibin. Em êdî bawer nakin ku zarokên me bi zindî werin. Lê hêviya xwe ya ji bo edaletê jî winda nabe. Dibe ku em edaletê li welat, niha nebînin. Lê wê neviyên me bi teqez bibînin. Eger dewlet dewletbûna wê berpirsên windayan diyar bikira. Bila ev dewlet baş bizanibe heta mirinê em ê lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin."
Dayika Bayram bang li dewletê kir ku têkildarî aqûbeta zarokên xwe agahiyê bide.