‘Em ê xwe rêxistin bikin û têkoşînê geş bikin’
TJA’yê bernameya 3 mehan a çalakiyan derxist. Aktîvîsta TJA’yê Ektî got, ‘TJA wê pêşengiya têkoşînê bikin û hişmendiya jinê bibin her malê.
TJA’yê bernameya 3 mehan a çalakiyan derxist. Aktîvîsta TJA’yê Ektî got, ‘TJA wê pêşengiya têkoşînê bikin û hişmendiya jinê bibin her malê.
Fîgen Ektî diyar kir ku divê jin piştgiriyê bidin bername û çalakiyên TJA’yê ku wê 3 mehan berdewam bikin û wiha got: “Li dijî kesên ku kolan veguhestine girtîgehan, em ê girtîgehan veguhezînin qadên azad. Em jin em ê xwe li her derê rêxistin bikin û têkoşînê geş bikin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), 3’ê Tebaxê li Êlihê bi dirûşma ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin, jiyanê azad bikin’ kampanya da destpêkirin û piştre jî 19’ê Tebaxê li Stenbolê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Wê tecrîd were şikandin, azadî bi ser bikeve’ starta kampanyayekê da. TJA’yê ku starta kampanyayê da bernameya çalakiyan ya 3 mehan aşkera kir. Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî der barê çalakiyan de axivî û bang kir ku divê hemû jin tevlî çalakiyan bibin.
‘EM Ê HIŞMENDIYÊ BIBIN HER MALÊ’
Fîgenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gelek girîng e ku jin li her qadê bin û ev got: “Li dijî hemû neheqiyan divê jin seknekê nîşan bidin. Ji ber aliyê herî giran yê pêvajoyê jin dijîn. Ji ber vê divê jin xwedî li îradeya xwe derkevin û li dijî şîdet, tecrîdê têbikoşin. Jinên ku dibêjin em zîhniyeta serdest ya mêr qebûl nakin li her derê divê têbikoşin. Bi taybet em TJA wê pêşengiya têkoşînê bikin û hişmendiya jinê bibin her malê.
ÇALAKÎ WÊ 3 MEHAN BIDOMIN
Fîgenê got wê ji 5’ê Îlonê şûn de dest bi çalakiyan bikin û wiha domand: “Li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan, Êlih, Sêrt û gelek bajaran wê çalakiyên me hebin. Di navbera 20-25’ê Îlonê de li Mêrdînê, di navbera 23’ê Tebax -20’ê îlonê de li Amed, di navbera 17-25’ê îlonê de li Êlihê, di navbera, 5-15’ê îlonê de li Riha û Dîlokê wê semîner, konferans pêk bên. Heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Ser Jinê wê çalakiyên me bidomîn. Em ji bo mijdarê jî civînek mezin difikirin. Divê hemû jin bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin.”