Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê girtî ne, ji bo zext û zordariyên li ser wan tên meşandin şermezar bikin û mafê xwe bi dest bixin 15 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. 13 girtiyên jin bi armanca pêkanînên dijmirovî, îşkence, lêgerîna tazî şermezar bikin dest bi grevê kiribûn û 15 roj in bi biryar greva birçîbûnê berdewam dikin. Girtiyan anîn ziman ku heta mafê xwe bi dest bixin û pêkanînên li ser wan bi dawî bibin wê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiya jin Merve Aydogan bi rêya telefonê bi xwişka xwe Şukran Aydogan re axivî û agahî dan. Aydogan, anî ziman ku xwişka wê telefonî wê kiriye û diyar kiriye ku ji 15'ê Tebaxê heta niha di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Xwişka min telefonî min kir û diyar kir ku zext û binpêkirina mafan gelek zêde ye. Gardiyan bi ser odeyan de digirin û tundiyê li ser wan dimeşînin. Xwişka min got rewşa girtî Sozdar Acar pir giran e. Yekîneyên tenduristiyê ji Sozdar re gotin 'Çalakiya xwe bi dawî bike an tu yê bimire' Lê hevala wan tedawî red kir û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Xwişka min anî ziman ku girtî tev bi biryar in ku heta mafê xwe bi dest bixin çalakiya xwe berdewam bikin. “
Aydogdu, destnîşan kir ku ew ji rewşa girtiyan bi fikar in û banga hestiyariyê kir.