Çanda xwendinê bi pêşengiya jinan xurt dibe

40 jinên bi navê Civata Jinê ya Mixek li hev civiyan, ji bo balê bikişînin ser xwendina pirtûkan, çalakiyên xwendinê yên bi rengekî komî li dar dixin.

Li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, 40 jinên dildarê xwendinê li hev civiyan. Jinên ku 22'ê Nîsanê Civata Jinê ya Mixekê ava kirin, ji bo çanda xwendinê xurt û belav bikin, çalakiyên xwendina pirtûkan ên bi rengekî komî organîze dikin. Saziya ku herî zêde piştgiriyê dide jinên Mixekê jî pirtûkxaneya Bêxud a li bajêr e.

Bi pêşniyara aktîvîstên civatê re, pirtûkxaneyê salonek ji bo jinan amade kir. Aktîvîsta civatê Gulî Fayeq qala armanca xwe kir û got, "Di destpêkê de ez bi tena serê xwe dihatim Pirtûkxaneya Bêxudê. Piştre min pêşniyar kir ku hefteyê carekê ji bo jinan salonek bê veqetandin ku karibin lê pirtûkan bixwînin û li ser biaxivin. Pêşniyara min bi kêfxweşî qebûl kirin. Niha hejmara me gihîştiye 40 kesî. Li gel xwendina pirtûkê, em pirtûkan diyarî jinên nikarin bên pirtûkxaneyê dikin."

Perjîn Fetah jî ji jinan dixwaze, ku yên derfetên wan hebin tevlî wan bibin û wexteke xwe bidin xwendinê.

Kaşman Fatîh jî anî ziman, ku kombûna wan a heftane ji aliyê komîsyoneke ji nava civatê ve tê organîzekirin û got, "Piştî diyarkirina pirtûka bê xwendin, em pirtûkê dixwînin û li ser naveroka wê diaxivin. Her kes nêrîna xwe dibêje."

Kaşman herî dawî bang li hemû jinan kir ku tevlî civata wan bibin.