TJA'yê xebatkarên Rojnameya Şûjîn ziyaret kirin

TJA’yê xebatkarên Rojname Şûjîn a ku bi BHQ (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de) ’ê hat girtin ziyaret kirin û peyama piştevaniyê par ve kirin.

Tevkarên Tevgera Jinen Azad (TJA) ên Stenbolê bi boneya Rojname Şûjînê ya ku bi BHQ’ê hat girtin ji bo piştevaniyê ziyaret kirin û bi xebatkaran re şêwirîn. Serdan li kafeyekê pêk hat û jinan di di ziyaretê de got ku êrîş û girtina li ser Şûjinê ji polîtîkayên li dijî jinan ên li Tirkiyê serbixwe nagirin dest û girtina Şûjin êrîşeke li dijî jinan e.

Jinan da zanîn ku ew ê piştvaniya saziyên hatine girtin bikin û di dewama ziyaretê de jinan li gel nûçegihanên Şûjinê li ser rojnamegeriya jinan sohbet kirin.