JIN
Hemû Nûçe
-
Malatya: Armanca me ya bingehîn, azadiya Rêbertî û jinê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Malatya diyar kir, ku di Civata Giştî ya 8. de biryarên girîng hatine girtin û got, azadiya jin û gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe. -
Dengê ji Girtîgeha Tarsûsê tê: Li pêş çavên me dihelin
Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a li Girtîgeha Tîpa T a Tarûsê li hemberî kiryarên xerab û êşkenceyê hatiye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. -
Koçerîn Azadî: Em ê jinên Dêra Zorê azad bikin
Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Koçerîn Azadî ku di pêngava Bagera Cizîrê de cih digire kevneşopiyên civakê û berxwedana li hember tê kirin nirxand û got: "Em ê jinên Dêra Zorê rizgar bikin. Jin wê êdî xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin." -
Dîmenên çalakiya YJA-STAR’ê ya li dijî qereqola Çemanê
Dîmenên çalakiya YJA-STAR’ê ya li dijî qereqola Çemanê ya Colemêrgê ya di 21’ê Tebaxê de hate weşandin. -
Fermandara YPJ'ê: Azadiya Reqayê nêz e
Fermandara YPJ’ê Klara Reqa bal kişande ser pêngava Reqayê û got, "Li gor berxwedan û keda ku hatî dayin, em dikarin bibêjin ku pêngav ber bi serketina ve diçe. Û 70 ji 100’î yê bajêr ketiye destê şervanên QSD’ê." -
8. Civata Giştî ya KJK'ê pêk hat, biryarên dîrokî hatin stendin
8. Civata Giştî ya KJK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Di civata giştî de, biryar hat girtin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngaveke nû bê destpêkirin. -
Banga tevlêbûna li cenazeyê Saray Guven
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ji bo tevlêbûna li cenazeyê Saray Guven a li Frankfûrtê banga tevlêbûnê kir. -
Dayikên Aştiyê Tirkiye mehkûm kirin
24 jinên ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ku li Amedê di sala 2006'an de ji ber ku pankarta bi nivîsa "Birêz Ocalan vîna me ya Siyasî ye" di çalakiyê de hildan hatin girtin, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye mehkûm kirin. -
Walîtiya Tirk a li Mêrdînê çalakiya jinan qedexe kir
Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Tirk a li Mêrdînê, çalakiya TJA'yê ya li Mêrdînê hate astengkirin. -
TJK-E ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir
TJK-E, ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir, ku wê 16'ê Îlonê li bajarê Kolnê bê lidarxistin. -
Şervana YPJ'ê ya li Dêra Zorê: Em ê tola şehîdên xwe rakin
Ji şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne Nazlican Firat got, "Çiqasî êrîş li me bên kirin û birîndar bibin jî em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin." -
'Bi dengê jinan wê hilbijartin bi ser keve'
Nûnerên partiyên siyasî derbarê hilbijartinan de nerînên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê dengê xwe bidin kesên ku bikaribin barê şoreşê hilgirin û civaka exlaqî û wekhev ava bikin." -
Li Reqayê êdî tilîliyên jinan deng vedidin
Reqa paytexta DAIŞ'ê bû. YPJ, gava ku bi pêşengiya pêngava Reqayê rabû sond xwaribû; wê tola qirkirina jinê bê hilanîn. Niha li navenda Reqayê alayên YPJ û YJŞ'ê li ba ne. -
Jin wê sibê li 9 bajaran nobedê bigirin
TJA wê sibê bi awayekî hemwext li 9 bajaran nobedê bigire. Nobeda ku wê saet di 19.00'an de dest pê bike, wê bi şev jî dewam bike û roja din saet di 12.00'an de biqede. -
Xebatên jinan ên ji bo Kongreya Neteweyî didomin!
Li Kantona Qamişloyê, hewldanên jinan ên ji bo Kongreya Neteweyî bi cîvînan didomin. -
Dayikên ji Rihayê: Em ê tecrîdê bişikînin
Dayikên ji Rihayê piştgirî dan kampanya TJA'yê û gotin, gelê Kurd wê kelepçey tecrîdê bişikîne. -
Meclîsa Dayikên Aştiyê: Bila dawî li tecrîd û zextan bînin
Li Amedê di daxuyaniya Dayikên Aştiyê ya ji bo Ocalan hate kirin de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî beşdar bû. -
Jinên ku êşkencexane veguherandin qadên berxwedanê
Ji ser derbeya 12’ê Îlonê 37 sal derbas bûn. Piştî 37 salan dîsa bi heman rêbazan dixwazin dîl bigirin. Jinên ku li dijî zihniyeta wê demê li ber xwe dan, îro jî li girtîgehan li ber xwe didin. -
Konca: Helwesta hevalên me yên dîl hatine girtin berxwedan e
Parlamentera HDP’ê Besîme Konca rewşa taloqkirin û dewamkirina girtina cîgira hevseroka giştî Aysel Tûglûk û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê nirxand. Konca da zanîn ku ev encama aciziya siyaseta Tirkiyeyê ye. -
Kampanyaya Meclisa Jinan a HDP’ê: Bi vî awayî naçe, jin rê nadin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ku starta kampanyayê “Bi vî awayî naçe, jin rê nadin” dan, got: "Bi enerjiya têkoşîna jinan a her roj mezin dibe, li dijî desthilatdarî û pergala serwer a mêr, hêza xwe mezin bikin û ji serdemeke nû ya têkoşînê re deriyên xwe vekin." -
Jin li dijî tecrîtê hatin gel hev
TJA’yê di çarçoveya kampanyaya dirûşmeya “Wê tecrît têk biçe, azadî bi ser bikeve” li Silopiyê çalakî lidar xist. Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez di çalakiyê de diyar kir ku mirov nikare li Tirkiyeyê behsa edaletê bike. -
Çalakiyên TJA'yê li Wanê berdewam dikin
Li Wanê bi pêşengiya TJA`yê hevdîtina jinan û şahî pêk hat. -
Rola jinan a di hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê de hate nirxandin
Desteya Jinê ya Cizîrê, ji bo nirxandina rewşa siyasî, hilbijartin û rola jinan a di hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê de, civînek li dar xist. Emîne Omer li vir axivî û got, "Ev sîstem wê bi rêxistiniya jinê li şûna xwe rûnê." -
Ehmed: Sûriye wê nebe yek reng!
Hevseroka MSD'ê Ehmed destnîşan kir ku Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê dibêje, "Na, Sûriye wê pir rengî be. Her netewe û civak wê bi nasnameya xwe bijî." Ehmed got, wê di vî warî de karekî cidî bimeşînin. -
Girtiyên jin ev 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, 31 girtiyên ev 26 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyan bang li raya giştî kirin.