Girtiyên jin ev 26 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, 31 girtiyên ev 26 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyan bang li raya giştî kirin.

31 jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ya Edeneyê, li dijî êşkence, êrîş, binpêkirina mafên mirovan û pêkanînên xerab 15'ê Tebaxê dest bi greva birçîbûne ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Hat ragihandin, girtiya bi navê Sozan Acar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe bi dawî kiriye. Girtiyan bang li raya giştî kirin.

Daxwazên girtiyan wiha ne: 

"*Bila şert û mercên li girtîgaha Îmraliyê û hemû girtîgehan bên sererastkirin. 

* Divê nûnerê girtiyan ji aliyê rayedarên girtîgehê ve bên muxatap girtin.  

* Lêgerîna bi rengekî tazî ya li girtîghan were bi dawî kirin. 

* Mafê girtiyan ên hevdîtina navxweyî, nameyên navxweyî û xebatên civakî bên zêdetirin.  

*Pêkanîna li ser malbatên tên hevdîtina girtiyan, bên bidawîkirin."