Walîtiya Tirk a li Mêrdînê çalakiya jinan qedexe kir
Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Tirk a li Mêrdînê, çalakiya TJA'yê ya li Mêrdînê hate astengkirin.
Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Tirk a li Mêrdînê, çalakiya TJA'yê ya li Mêrdînê hate astengkirin.
Yek ji 7 bajarên ku Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em ê pêşî li komkujiyên jinan bigirin, jiyanê azad bikin" nobedê lê bigire, Mêrdîn e. Lê belê ji ber qedexeya ku Walîtiya Tirk a li Mêrdînê ji bo 45 rojan li bajêr daniye, nobeda jinan hate astengkirin.
Polîsên Tirk bi hinceta qedexeyê berî du rojan avêtin ser avahiya DBP'ê ya Mêrdînê, dest danîn ser belavokên jinan ên ji bo çalakiyê. Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Şaha Memîş û aktîvîsta TJA'yê Semîre Kûrt jî binçav kirin. Jinên hatin binçavkirin, piştî girtina îfadeyê hatin berdan.