22'ê Sibata 2006'an li kolana Koşûyolû ya Amedê, piştî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê, 24 endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Bi îdîaya "propaganda rêxistinê" 10 meh cezayê girtîgehê li her yek ji dayikan hate birîn. Ev biryara dadgeriya Tirk çû ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME mohra xwe danî biryareke bibe mînak û Tirkiye bi dayina tazmînata madî û manewî mehkûm kir. Ev biryara DMME di mijara azadiya îfadeyê de dibe mînak.
DOZGER GOT, BILA BÊN BERDAN, LÊ BELÊ...
Dayikên Aştiyê yên ku pankarta bi nivîsa "Birêz Ocalan vîna me ya siyasî ye" vekirin û dirûşma "Bijî Aştî" qîriyan, bi îdîya ku li ber "Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînê ya bi hejmara 2911'an rabûne", hatibûn girtin. Dozger, piştî ku îfadeya dayikan gir xwest bê berdan, lê li emniyetê rojekê hatin hiştin. 23'ê Sibatê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve li gorî xala 100. a Qanûna Mûhakemeya Ceza hatin girtin.
Parêzerên dayikên hatin girtin, 24'ê Sibata 2006'an îtiraz kirin, lê belê Dadgeya Cezayê Giran îtiraza parêzeran red kir. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di rûniştina 18'ê Tîrmeha 2006'an de 24 Dayikên Aştiyê sûcdar dît û li her yekê ji wan 10 meh cezayê girtîgehê birî.
Li gel birîna cezayê girtîgehê, dadgeha Tirk her wiha li Dayikên Aştiyê qedexe kir ku salekê tevlî civîn û çalakiyên li Amedê nebin. Di dema darizandinê ji Dayikên Aştiyê Ayşe Aslan jiyana xwe ji dest dabû û tevî vê yekê jî navê wê ji dozê ne hatibû xistin.
DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR
Piştî vê darizandinê parêzerên Dayikên Aştiyê roja 14'ê Tebaxa 2006'an serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME dosya lêkolîn kir û Tirkiye bi dayina tazmînatê mehkûm kir. Di biryara DMME de van xalan cih girtin:
1- Serlêdana têkildarî Ayşe Aslan ji qeydê bê derxistin
2- Serlêdan, li gorî bendên 1 û 3. ên xala 5. a Peymanê û xala 11. a Peymanê, beşa têkildarî gilîkirinê dikare bê qebûlkirin
3- Xala 11. a Peymanê hatiye binpêkirin
4- Benda 1. a xala 5. a Peymanê hatiye binpêkirin
5- Pêwîstî pê nîne ku îdîaya binpêkirina benda 3. a xala 5. a Peymanê ji nû ve bê lêkolînkirin
6- Giliyê bi xala 6. a Peymanê dikare bê qebûlkirin û pêwîstî bi lêkolîneke din nîne
7- a) Dewleta doz lê hatiye vekirin, li gorî benda 2. a xala 44. a Peymanê, rêjeya li jêrê hatiye diyarkirin, ji dema zelalbûna biryarê û pê ve heta 3 mehan bide serlêdêran
Di berdêla zerara manewî de, bac ne di navê de ji bo her serlêdêrekê 1.100 Euro (hezar û sed Euro) bê dayin
Di berdêla mesref û xerciyan de, bac ne di navê de, 3.000 Euro (sê hezar Euro) ji serlêdêran re bê dayin.