Li Reqayê êdî tilîliyên jinan deng vedidin

Reqa paytexta DAIŞ'ê bû. YPJ, gava ku bi pêşengiya pêngava Reqayê rabû sond xwaribû; wê tola qirkirina jinê bê hilanîn. Niha li navenda Reqayê alayên YPJ û YJŞ'ê li ba ne.

Reqa paytexta navenda tarîtiya DAIŞ'ê bû. Niha 70 ji sedî yê Reqayê ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Bajar bi temamî nehatiye rizgarkirin, lê belê ji pêr û vir ve, li navenda bajêr alayên artêşa jinên Rojavayî YPJ û hêza leşkerî ya jinên Şengalî YJŞ'ê li ba ne. Tola qirkirina jinê ji aliyê şervanên jin ve roj bi roj ji DAIŞ'ê tê hilanîn. Êdî dengê qîrîn û hewara jinan ji Reqayê nayê. Tilîliyên şervanên jin êdî li Reqayê deng vedidin.

Dema ku Pêngava Xezeba Firatê dest pê kir, YPJ'ê ragihand ku ev yek wê bibe pêngaveke ku bi pêşengî û fermandariya jinê tê meşandin. Wateyeke vê hebû. Sala 2014'an dema DAIŞ'ê xwe weke 'Dewleta Îslamê' ragihand, êrîşî ku dikir, destpêkê jin dikir hedef. Di xutbeyên xwe de jin kir hedef, qanûnên qirêjiyê derxist. Çeteyên DAIŞ'ê dest avêtin bi hezaran jinan, bi hezarna kuştin, bi hezaran jin revandin û mîna koleyan firotin. Bi taybetî, dema êrîşî Şengalê kirin bi hezaran jinên Êzidî revandin û mîna koleyan firotin. Piraniya van jinan li Reqayê kom kiribûn. Li her bihosteke Reqayê xwîna jinên ku hatin kuştin, destdirêjî li wan hate kirin û hatin firotin heye. DAIŞ'ê li dil û mejiyê jinan xistibû. Şervanên jin jî li hemberî vê yekê sond xwarin ku wê li dil û mejiyê DAIŞ'ê bixin.

YPJ SONDA JINAN BÛ

YPJ'ê soza vê yekê da hemû jinan û bi vî rengî dest bi têkoşînê kir. Piştî wextekê, YJŞ jî ji bo tevlî vê pêngava tolhildanê bibe, bi rê ket. Şervanên YPJŞ'ê gotin, "Em jinên Êzidî, ji bo tola hemû jinan hilînin li Reqayê tevlî şer dibin." Di vî şerî de ku ev 3 meh in dewam dike, şervanên YPJ û YJŞ'ê li refên herî pêş cih girtin. Ji ber vê yekê, her derba li DAıŞ'ê ket û dikeve, tola jinan e.

LI PAYTEXTA WAN ALAYÊN YPJ Û YJŞ'Ê LI BA NE

Niha 70 ji sedî yê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Li gelek cihên Reqayê alayên YPJ û YJŞ'ê li ba ne. Çeteyên DAIŞ'ê mirina herî nebaş ji destê jinê dibînin, ji ber ku li gorî wan, eger bi destê jinê bê kuştin wê neçin bihuştê. Jin wan dişînin dojehê. Alayên YPJ û YJŞ'ê weke tola dîrokî ya her jineke hatiye revandin, firotin û kuştin, li ba ne.

LI ŞÛNA QÎRÎN Û HEWARA JINAN, TILÎLIYÊN WAN NIHA DENG VEDIDIN

Reqa ku çar salan şahidî ji qîrîn û hewara jinan re şahidî kir, niha jî şahidiyê ji jinên ku azad bûne û tola xwe ya dîrokî hiltînin re şahidiyê dike. Dengê qîrîn û hewarê êdî nema jê tê. Lê tilîliyên jinên şervan deng vedidin.