Banga tevlêbûna li cenazeyê Saray Guven

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ji bo tevlêbûna li cenazeyê Saray Guven a li Frankfûrtê banga tevlêbûnê kir.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) a Elmanya derbarê merasîma cenazeyê Saray Guven ku ji hêla tundiya mêr ve hatî kuştin îro daxuyaniyeke nivîskî da.

‘PÊDIVÎ BI XWEPARASTINA ÇALAK HEYE’

Di daxuyaniyê de hate gotin li Elmanya tundiya li ser jinê û kuştina jinan her ku diçe zêdetir dibe û got ji bo ku pêşî li vê rewşê were girtin pêdivî bi xweparastina çalak heye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Xwîşka me, hevrêya me Saray jî bi tundiya mêr bi xwînxwarî hate kuştin, em ê ti carî wê ji bîr nekin û hesab bipirsin.’’

SKB’ê diyar kir pêdivî bi têkoşîna xweparastina çalak û heye û got: ‘’Li dijî dewletên kapîtalîst ên zilam-serwer, li dijî aqil û zimanê hişmendiya zilam-serwer, li dijî tundiya zilêm divê em raperînê rêxistinî bikin.

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin,’’di serî de Saray Guven ji bo hemû jinên ku hatine kuştin ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.

Ziman, dîn, reng çi dibe bila bibe li pêşberî kutşina ti jinê em bêdeng neman, em ê nemînin.

Em bang li hemû jinên karker, kedkar, koçber dikin ku tevlî merasîma cenaze ya Saray Guven bibin ku li Frankfûrtê wê were kirin!

Di merasîma cenaze ya hevala me ya têkoşînê Saray Guven de em bang li hemû jinên karker, kedkar dikin ku hazir bin û em hesab bipirsin!’’

AGAHIYÊN MERASÎMÊ

Yekîtiya Jinên Sosyalîst Elmanya derbarê merasîma cenaze ya Saray Guven ev agahî dan:

Dîrok: 17 Îlon Yekşem
Adres: Industriestrasse 13,  
65474 Bischofsheim ( Li Frankfûrtê)
Saet: 11.30