Ehmed: Sûriye wê nebe yek reng!

Hevseroka MSD'ê Ehmed destnîşan kir ku Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê dibêje, "Na, Sûriye wê pir rengî be. Her netewe û civak wê bi nasnameya xwe bijî." Ehmed got, wê di vî warî de karekî cidî bimeşînin.

Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, 8'ê Îlonê bi beşdariya 220 delegeyên ji hemû beşên Sûriyeyê bi pêşengiya Buroya Jinê ya MSD'ê hate lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed qala armancên vê kongreyê û Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê kir.

Îlham Ehmed diyar kir, kongre di encama amadekariyeke berfireh de hate kirin û got, "Ji Şam, Hûms, Tartûs, Latkiye, Derê, Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Dirbesiyê, Şehba, yanî hema hema ji hemû herêmên Sûiryeyê jin tevlî kongreya me bûn. Lê belê jinên dixwestin ji Îdlibê bên, ji ber rê nekarîbûn bên."

Ehmed anî ziman ku cara yekê ye li Sûriyeyê bi vê pêkhateyê kongreyeke jinê tê lidarxistin û wiha dewam kir: "Her kes bi coş û kelecan bûn. Hem pêkhatina kongreyê bi van pêkhateyan, hem jî encamên wê di nava delegeyan de rê li ber moral û hêviyeke mezin vekir. Her kesî ev digot."

DIYARKERIYA RENGÊ JINÊ

Îlham Ehmed anî ziman, ku Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê bi dirûşma "Jin bingeha avkairina Sûriyeyeke pir rengî ya ne navendî ne" hatiye lidarxistin û wiha dewam kir: "Yek ji rojevên bingehîn ên em li ser sekinînin, nêrîna hevpar a li ser paşeroja Sûriyeyê û mijara pirsgirêkên jinan bû. Wezîfe û rola Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê û Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ye ku ji bo paşeroja Sûriyeyê têbikoşin. Ji bo vê jî divê têkoşîneke siyasî bê meşandin û destûra bingehîn a demokratîk bê avakirin. Wekî din, jin ji bo di dema pêş de li Sûriyeyê hem di destûra bingehîn û qada jiyanî de bibin xwedî rist, hem jî bên naskirin bi rengekî bê navber têdikoşin. Ya rast, armancên bingehîn ên ji avakirina Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ev in.

LIHEVKIRINA LI SER PÎVANÊN DEMOKRATÎK

Di bin sîwana Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê de gelek rêxistin, rêxistinên jinan, baskên partiyên siyasî yên jinan û kesayetên jin ên serbixwe hene. Kongreya me li ser pîvanên demokratîk û azadîparêz li hev kir, ku ev pîvan wê di bername û rêziknameya ku bibe bingeha Meclîsa Jİnê ya Sûriyeyê, cih bigirin."

WÊ KAREKÎ XURT BÊ MEŞANDIN

Îlham Ehmed bi bîr xist, ku kongre di pêvajoyeke girîng de pêk tê ku şer dewam dike û anî ziman, ku şerê 7 salan gelek krîzên kûr û nefret bi xwe re anî. Ehmed got, "Eger çareserî neyê peydakirin wê ev krîz mezintri bibe" û bal kişand ser girîngiya nêrîna jinê ya li vê mijarê. Ehmed got, "Em, li dijî pêşniyarên Sûriyeyeke ji rengekî dibêjin, 'Na. Sûriye wê pir rengî be. Her netewe û civak wê bi rengê xwe bi nasnameya Sûriyeyê bijîn'. Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ji bo pêkhatina vê wê bi xurtî bixebite."

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed herî dawî ev bang li jinan kir: "Jin li ku dibin bila bibin, nasnameya xwe çi dibe bila bibe, divê ji bo çareseriya demokratîk a krîza Sûriyeyê û demokratîkbûna Sûriyeyê bixebitin. Rola jinê girîng e. Pêwîste di navbera jin û mêr de wekhevî û edalet hebe."