Meclîsa Dayikên Aştiyê: Bila dawî li tecrîd û zextan bînin

Li Amedê di daxuyaniya Dayikên Aştiyê ya ji bo Ocalan hate kirin de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî beşdar bû.

Meclîsa Dayikên Aşatiyê ji bo domadina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên zextan ên li girtîgehan daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Di daxuyaniya Çapemeniyê ya Dayikên Aştiyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û bal kişand ser tecrîda li hember Ocalan û pêkanînên zextan ên li ser girtiyan û diyar kir ku divê ev pêkanîn bi dawî bibin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê yê hemû bajarê Kurdistanê ji bo domandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên êşkence û zextan ên li ser girtiyên li girtîgehan li avahiya saziya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya Dayikên Aştiyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtîalp û Feleknas Ûca, Hevseroka HPD’ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevserika KCD Leyla Guven, Endamên HDP PM-MYK û TJA beşdar bûn.

 ‘Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin’

Hevseroka HDP’ê ya Giştî Serpîl Kemalbay diyar kir ku wê piştgiriyê bidin çalakiyê li dijî tecrîdê ya ku 37’emîn salvegera 12’ê Îlonê. Serpîl destnîşan kir ku rê nayê dayîn ku dengê Dayikên Aştiyê bê bihîstin, bal kişand ser pêkanînên 12’ê Îlonê. Serpîl a ku bal kişand ser qetilkirina Erdal Eren û got: “Niha li Colemêrgê Erenan û Necatên nû tên qetilkirin. Ev jî bi ÎHA’yê tê kirin. Ev ÎHA jî ji aliyê rêveberan ve bi awayekî pesindarî tê behskirin. 12’ê Îlonê bi şikandina pênûsê kes dihatin qetilkirin niha jî bi pêl dukmekirinê tên qetilkirin. Ev tê wateya pirsgirêka Kurd li ser bingehekî saxlem neyê çareserkirin.

‘Pêwîste gel destê hev bigre’

Kemalbay destnîşankir ku pêwîste hêzên demokrasiyê rolekî diyar bileyzin û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin wê ev pirsgirêk neyên çareserkirin. Heta ku pirsgirêk û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan xilas nebe, ev pirsgirêk nayên çareser kirin. Pêwîste em bersiva van pirsan bigerin. Akademîsyen, nivîskar, Nûriye û Semîh ku digotin em aşitî dixwazin ji karê xwe hatin avêtin. Karker tên qetilkirin û zext li ser wan tê meşandin. Ger ku aşitî nebe pêşerojek jî çênabe.”

'Em aştiyê dixwazin'

Berdevka Mecîla Dayikên Aşitiyê ya Amedê Seher Goren jî di destpêka axaftina xwe de 12’ê Îlonê şermezar kir û got: “Pêwîste tecrîda li ser Ocalan û zarokên me were rakirin. Ji hemû cihan dayik hatin. Bi zorê pêkanînên cilên yek reng li ser zarokên me dikin û em vê naxwazin. Em aştî û azadiyê dixwazin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.