Fermandara YPJ’ê Klara Reqa ya Reqayî ku di Pêngava Xezaba Firatê de di koordîneya şer de ye, behsa rewşa berdest a pêngavê, girîngiya YPJ’ê ya di pêngavê de û Meclîsa Jinan a Sûriyeyê kir.
'PÊNGAV BER BI HEDEFA XWE VE BI SERKETÎ DIÇE'
Fermandara YPJ’ê Klara Reqa diyar kir, her çendî hê bajar bi temamî rizgar nebûbe jî ji destpêkê heta pêşveçûna wê li gorî hedefa ku wan dayî ber xwe didome, li gorî ked û berxwedana ku heta niha hatî dayin ew dikarin bibêjin ku pêngav wek ku armanc kirî diçe serî. Klara Reqa diyar kir Nav Sûrê yê Reqayê bi temamî hatiye rizgakirin, her wiha van çend rojên dawî şer bi giranî li derdora Nexweşxaneya Wetenî û Parka Harûn Reşîd diqewime. Reqa got, "Em dikarin bibêjin ku 70 ji 100’î yê bajêr ketine destê şervanên QSD’ê."
'ŞERÊ BAJÊR Û BEJAHIYÊ NE YEK E'
Fermandara YPJ’ê Reqa got, şerê nava bajêr ne weke yê bejahiyê ye û ne weke şerê li herêma çolê ye. Reqa diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi salan e haziriyên mezin kiribûn û vê jî hinek dijwarî bi xwe re anîn, gelek hevalên wan ên qedirbilind di pêngavê de şehîd bûne. Klara Reqa diyar kir DAIŞ’ê li dij wan gelek taktîk bi kar anîne lê wan taktîkên wan pûç kirine.
'HAZIRIYÊN ÇETEYAN PIR BÛN, LÊ DÎSA JÎ 30 JI 100’Î DI DEST WAN DE MAYE'
Fermandara YPJ’ê da xuyakirin, ku kesî nedipa ku şervanên QSD’ê bikevin Reqayê lê piştî ku şervanên QSD’ê ketin Reqayê û çend tax bi dest xistin çeteyên DAIŞ’ê bi gelek rengên cuda êrîş birin ser wan; wekî êrîşên xwekuj, wesayitên bombekirî. Fermandara YPJ’ê Klara Reqa got ew li her kuçe û malê li vê rast hatine, çekên otomotîk ên ku bi elektrîkê dixebitin çêkirine. Dîsa li gelek tûnelan çeteyan mayin danîne lê li gel ev qas haziriyên çeteyan jî tenê 30 ji 100’î yê bajêr di dest çeteyan de maye.
'EM Ê DI NÊZ DE MIZGÎNIYA REQAYÊ BIDIN GELÊ XWE'
Reqa diyar kir her çendî ew niha nikaribin dîrokeke teqez bidin jî, ji ber sedema ku di şer de gelek îhtîmal hene lê got ku ew ê di nêz de mîzginiya rizgariya Reqayê bidin.
'TEVLÊBÛNA JINAN JI BO ME BÛ HÊZA MANEWÎ Û MORAL DA ME'
Fermandara YPJ’ê Klara Reqa bal kişande ser girîngiya YPJ’ê ya di nav pêngavê de û got, di pêngavê de ruhê ku herî balê dikişîne û kir ku pêngav bi serketî biçe serî tevlêbûna YPJ’ê ye û ji Pêngava Xezaba Firatê ta niha YPJ’ê bi moral û rihekî manewî, bi hişmendiyeke dîrokî di vê pêngavê de bi rol û rista xwe rabûye. Reqa diyar kir ku ne tenê YPJ, di pêvajoya şerê bejahiyê de û di pêvajoya pêngava şerê navbajêr de bi sedan jinên ciwan ên Ereb jî tevlê bûne, yekîne ava kirine û ji kêmarên dî jî, ji welatên dî jinên enternasyonal xwe tevlê kirin. Klara diyar kir ji bo wan ev hem ji hêla dîrokî û manewî ve girîng bûye; her wiha ji hêla yekîtiya netewî, wekheviya zayendî û ji bo avakirina nasnameya zayendî jî ev xwedî roleke girîng bû û ji wan re bûye hêz.
'REQA WÊ BIBE TOLHILDANA HEMÛ JINAN'
Fermandara YPJ’ê bi domdarî got: "Gelek caran dipirsin; çima bajare Reqa. Dema ku me dest bi pêngava Reqayê kirî, me wê demê jî got: Pêngava Reqa wê bi destê jinan azad bibe. Li ser vî esasî rola xwe bi çalakî pêk anî û berdêlên giran da. Gelek hevalên me yên pêşeng, fermandar, bê rawest, bêyî ku xew bikeve çavê wan bi ser kozikên DAIŞ’ê de çûn û şehîd bûn."
Reqa bi domdarî bal kişande ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên bi ser Şengalê de û heval û pêşengên wan ên ku şehîd bûne û got: "Ji bo vê sedemê em dibêjin Reqa wê bi destê jinan azad bibe. Ev ê bibe tola jinên Şengalê. Wê bibe tola wan hemû jinan ku kirin bin destdirêjî li wan hatiye kirin."
'EM BARBARÎ Û SERWERIYÊ DIKUJIN'
Fermandara YPJ’ê got YPJ’ê ne tenê li Reqayê şer dike û wiha domand: "Li gelek deverên Rojava, li Şedadê, li Holê bi taybetî li Kobanê û Şengalê şer kirin. Herî dawî niha li Reqayê şer dikin. Bi pêşengiya YPJ’ê hişmendiya barbarî û serweriyê tê kuştin. Ji hêlekê ve jî ev mîrateyek e."
'JI BO ME PIR GIRÎNG E KU ALAYÊN YPJ, YJŞ’Ê LI REQAYÊ BILIND DIBIN'
Fermandara YPJ’ê Klara Reqa herî dawî got: "Îro YPJ û YJŞ’ê bi hev re alayên xwe li Reqayê li ba kirin. Ji bo me hem ji hêla manewî û hem jî armanca ku bi hev re şer dikin bi heman hişmendiyê tê bi rê ve birin, pir girîng e ku ev du ala li Reqayê li ba dibin. Em dikarin bibêjin Reqa her çendî bi temamî rizgar nebûbe jî, gihaştiye armanca xwe. Ev ê ji bo siberojê baweriya serfiraziyê bi de gelê Reqayê."