Kampanyaya Meclisa Jinan a HDP’ê: Bi vî awayî naçe, jin rê nadin

Meclîsa Jinan a HDP’ê ku starta kampanyayê “Bi vî awayî naçe, jin rê nadin” dan, got: "Bi enerjiya têkoşîna jinan a her roj mezin dibe, li dijî desthilatdarî û pergala serwer a mêr, hêza xwe mezin bikin û ji serdemeke nû ya têkoşînê re deriyên xwe vekin."

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta Kampanyaya bi sirûda “Bi vî awayî naçe, jin rê nadin” li Şanoya Şîşlî Kenterlerê bi deklerasyonekê ragihandin. Li salona ku daxuyanî lê hate dayîn, ligel wêneyên wekîlên HDP’ê yên girtî pankartên “Tecrîd wê winda bike, Azadî wê bi ser bikeve” û “Li dijî qetilkirina jinan di serhildanê de ne” hatin daliqandin. Jinên li gel stranan govend gerandin dirûşam “Jin, Jiyan, Azadî” qîr kirin.

Hevseroka Giştî ya HPG’ê Serpîl Kemalbay, Berdevaka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, Parlemerterên HDP’ê yê Stenbolê Pervîn Bûldan, Filîz Kerestecîoglû, Meral Daniş Beştaş, Hevberdevka KCD Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Kampanya piştî sînevîzyona ku dîmen û wêneyên jinên di nava çalakiyan de li xwe digire hate nîşanda û şûnde destpê kir.

 ‘DESKEFTIYÊN JINAN SERWERAN ACIZ KIR’

Di lihev civîna deklerasyonê de ewilê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay mafê axafinê girt û wiha got: “Sêvê, Pakîze û Fatma ew li pey azadiyê bûn, ew hesretê azadiyê bûn. Hesreta wan niha bi me re ye, emanetî me ye. Silav li hemû jinên ku ji bo biratiya gelan jiyana xwe ji dest dane dikim. Kemalbey destnîşan kir ku Meclîsa Jinan a HDP’ê li Tirkiyeyê destkeftiyên ku ti caran nehatine bidestxistin pêk aniye û wiha pêde çû: “Destkeftiyên jinan serweriyê aciz kir. Em li dijî serweriya mêr, mil bidin milên hev, têkoşîna jinê kir derxistiye holê. Di her qada jiyanê de jinan ji bo xwe cih girt û bi têkoşîna ku hate dayîn û heta roja îro jin bi keda xwe pêk aniye.”

‘HETA KU FAŞÎZM BÊ RAWESTANDIN WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Kemalbay binî xet kir ku AKP-MHP dixwaze pêşiya destkeftiyên jinan bigire û wiha nirxand: “AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên dijî gel dixwaze bixe meryetê, em rê nadin vê. Ji niha û pêve bi têkoşîneke hê xurtir, em ê bersiv bidin. Heyîna hevalên me ya di girtîgehan de dide nîşandan ku ji ber ku wan têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind kiriye. Ev sîstema ku em li nav, tam dîktatoriyeke faşîst e. Em carekî din didin nîşandan ku heta faşîzim bê rawestandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 ‘AŞITÎ WÊ BI ABDULLAH OCALAN PÊKAN E’

Kemalbay, bal kişand û got ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û wê aşitî bi Ocalan pêkan e. Kemalbay komkujiyên li Kurdistanê tên kirin bibîr xist û herî dawî wiha got: “Bi balafirên keşfê yên bê mirov gundî tên qetil kirin. Ji gundiyan re bi nedana wesayita cenazeyan, bi ne vekirina mizgeftan, bi cudahî xistina navberê mina salên 1990’î bi pêkanînên dijmirovahiyê re rû bi rû hatin hiştin. Em weke jin, bi piştevanî û bi xwe rêxistinkirinê, em ê qet û qet destur nedin înfazên ku desthilatdariya îro pêk tîne.”

Piştî axatinê deklerasyona kampanyayê ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat xwendin.

Metna deklerasyonê wiha ye:

“Ev wiha naçê serî. Bi piştevaniya û têkoşîna jinan, ji holê rakirina sazî û xebatên me re; ji ew çar dîwarên ku hûn dixwazin me têxînê re, otobûsên we pembe re, ji destdanîna ser jiyana me re; ji derkirina jinan ji qadên kedê yên bi ewle û bi heqdest re, ji ferzkirina jiyana koletiyê re; ji siyaseta qirkirinê û şer re, ji tundûtijiya mêr-dewlet re, ji ew taritiya ku hûn dixwazin ava bikin re, em destûr nadin ku jiyana me veguherîne zindanê. Em bang li jinên ku dibêjin “Bi vî awayî naçe” dikin ku ji bo em jiyaneke nû ava bikin em dest bidin hev û li her taxê, kolanê, dibistanê, û kargehê em werin cem hev; em roja xwe ya îro û paşeroja xwe bi berxwedanê û bi hêviyê bihûnin. Heke em hebin ev wiha naçe serî.

Hevkariya AKP/MHP ji bo bikaribe desthilatdariya xwe bidomîne dest dide faşîzmê; 

*Şerê ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn dide berdewam kirin,

 *Xespkirina hemû destkeftiyên demokratîkbûnê,

*Tune hesibandina vîna gel û bi bêdengkirina hemû muxelefeta demokratîk, ji bo iteatkirina civakê bi zoriyê didiyê û navber nade tarîkirina paşeroja me.

Erdnigariya me ya ku pêkanînên Rewşa Awarte lê her diçe zêde dibe;

*Di bin cendereya desthilatdariya dînbaz û faşist de ye ku bi hilweşandina bajarên Kurdistanê, bi destê SİHA’yan afirandina komkujiyên nû li ser Gelê Kurd,

*Rakirina qada siyaseta demokratîk, bi tijekirina pêkhateyên li girtîgehan,

*Bi mişextin û dersînorkirinê çewisandina ramana bi zanistî û azad, bi girtina rojnamevanên ku gel û rastiyan digihêne hev,

*Bi êşkenceyan re derbaskirina muxelefeta demokratîk,

*Desthilatdariya ku difikire wê jinê bi tûndiyê, bi hovitiyê û bi tecrîdê wê isleh bike.

 “Tirkiyeya nû, dewleta nû” ya AKP ku veguheriye desthilatdariya qeyûman, desteserkirin û talanê; ji bo hemû derdorên bindest, lê herî zêde jî ji bo jinan, ji derveyî paşerojeke tarî, paşverû û tije tundî tiştekî din îfade nake. Helbet em paşeroja xwe radestî desthilatdariya qesrê nakin. Em dev ji ti mafekî xwe ku destkeftiya sedsalê ye bernadin. Erdnigariya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ku şer, hejartî, xizantî lê dewam dike de tevî hemû tiştî bi enerjiya têkoşîna jinan a ku her roj mezin dibe em ê li hember vê desthilatdarî û pergala serwer a mêr re bi jinan re hêza xwe mezin bikin û em ê ji serdemeke nû ya têkoşînê re deriyên xwe vekin.”

Piştî ku deklerasyoon hate xwendin Berdevka Meclîsa Jinan a HDP Besîme Konca ji jinan berfirehiyên kampanyayê vegot û hevdîtina kampanyayê bi dirûşme, çepik û govend gerandinê bi dawî bû.