TJK-E ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir

TJK-E, ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir, ku wê 16'ê Îlonê li bajarê Kolnê bê lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn.

'BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NE PÊKAN E'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke ku tê zanîn, tecrîda giran a li ser Rêberê me hatiye şidandin. Tecrîda li Îmraliyê li hiqûqa Tirk, li hiqûqa navneteweyî û li mirovahiyê nayê. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) neçar e bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. Xemsariya wan, wê bibe sedem ku Erdogan ê bajarê Kurdan wêran kiriye bibe belayê serê dewletên cîhanê. Ev polîtîkaya neçareseriyê ya ku dewleta Tirk li ser Kurdan ferz dike, divê êdî biqede. Divê neyê jibîrkirin, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê, bê Rêber Ocalan aştî ne pêkan e."

TJK-E bi bîr xist, ku komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike roj bi roj zêde dibin û diyar kir, ku Elmanya ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re saziyên Kurd, nûnerên Kurdan û sembolên ku Kurdan bi dayina berdêlên mezin afirandine, krîmînalîze dike. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev pêkanîn û tifaqên qirêj ahengiya gelê me bi vî welatî re zehmet dike. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, wê serî li ber van zextên neheq netewîne, têkoşîna xwe ya demokratîk û qanûnî bidomîne û roj bi roj rêxistiniya xwe mezin bike."

'EM LI DORA RÊBERÊ XWE BICIVIN'

Di dawiya daxuyaniya TJK-E de wiha hat gotin: "Li ser vê bingehê, em bang li jinên Kurd ên li Elmanyayê, gelê xwe û dostên xwe yên li Elmanya, Hollanda, Belçîka, Fransa, Îngilîstan û Awûstûryayê dikin, ku 16'ê Îlona 2017'an li Kolnê beşdarî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin, li dora Rêbertî li hev bicivin û piştgiriya gelan xurt bikin."