Dayikên ji Rihayê: Em ê tecrîdê bişikînin

Dayikên ji Rihayê piştgirî dan kampanya TJA'yê û gotin, gelê Kurd wê kelepçey tecrîdê bişikîne.

Nerazîbûna li hemberî tecrîda 18 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe. Bi kampanya Tevgera Jinên Azad (TJA) re dengê li dijî tecrîdê bilindtir bû. Jinên ji Rihayê jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê û operasyonên qirkirina siyasî dan. Jin ji ANF'ê re axivîn û gotin, gelê Kurd wê teqez bi ser bikeve.

ADALET ÇAY: NIKARIN KURDAN BIQEDÎNIN

Adalet Çay a 52 salî anî ziman, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşînê dikare were şikandin û got, "Divê me pêşî li qirkirina siyasî bigirin. Pêwîste em bibin yek û kelepçeya tecrîdê bişikînin. Divê em sîstemê asê bikin. Gelê Kurd dikare vê bi ser bixîne. Divê dewleta Tirk bi vê zanibe; gelê Kurd ne bi mirinê, ne jî bi binçavkirin û girtinê diqede.

3 ferdên malbata min niha dîl hatine girtin. Zêdeyî salek hê nehatine darizandin, ji ber ku ûcekî wan nîne. Bi rêya dîlgirtinê hewl didin malbatê û gelê Kurd têk bibin. Em ê bi vî rengî têk neçin û ji bo doza xwe ya mafdar têbikoşin. Me ewqas zilm, êşkence, mirin, hilewşandina malên xwe û şewitandina gundên xwe dît. Piştî ewqas berdêlên hatine dayin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."

HALÎDE ÛGÛR: EDALET NAYÊ HÊVÎKIRIN

Hedîle Ûgûr jî got, "Edaleta ku ji Tirkiyeyê tê hêvîkirin wê bi cih neyê. Rêberê Gelê kurd ev 18 sal in di nava tecrîda giran de li ser piyan e. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Êş, zilm û êşkenceya li gelê Kurd nehatiye kirin, nîne. Goristan û zindan tijî bûne. Em nikarin cenazeyên xwe rakin, nikarin sersaxiya xwe deynin. Gorên me jî tên talankirin, tên bombekirin. Gelo ev zilm wê heta ku dewam bike? Em êdî fedî dikin ku qala van kiryarên li dijî mirovahiyê bikin, lê ew li ber xwe nakevin."