Xebatên jinan ên ji bo Kongreya Neteweyî didomin!

Li Kantona  Qamişloyê, hewldanên jinan ên ji bo  Kongreya Neteweyî bi cîvînan didomin.

Di çarçoveya van hewldanan de jinan di bin sîwana Kongreya Star de civîna piştgiriyê û biryardariya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar xistin.

Civîna jinan li Navenda Mehemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate lidarxistin. Civîna ku deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, bi dehan jin ji sazıyên cuda, Rêxistin û Partiyên  cûda  tevlî bûn. Her wiha nûnerên Partiya Lîberal, Partî Dîmokrata Kurdistanê, Partiya Aştî  û Partiya Niştîman jî tevli civînê bûn.

Di civînê de hat ziman ku ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî li hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê û her sê parçeyêyên Kurdistanê wê hewldan û israra jinan a bidome.

Berdevka Qada Civakî Gulîstan Elî li vir axivî û bal kişand ser asta ku jin piştî şoreşê gihîtinê. Gulîstanê Elî got: "Îro dîrok bi gavên mezin xwe nû dike û tê nivîsandin. Hemû cîhan berxwedana jinê ya li Bakurê Sûriyeyê dişopîne."

Di civînê de jinan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gelek pêşniyar kirin û diyar kirin ku wê hewldanên wan ên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dewam bikin.