'Bi dengê jinan wê hilbijartin bi ser keve'

Nûnerên partiyên siyasî derbarê hilbijartinan de nerînên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê dengê xwe bidin kesên ku bikaribin barê şoreşê hilgirin û civaka exlaqî û wekhev ava bikin." 

Piştî erêkirina hevpeymana civakî, di civîna duyem a Meclisa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye de, ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartinan ji bo herêm û bajarên bakurê Sûriyê pêşniyar hatin kirin û biryar hatin girtin.  Li gorî biryaran wê hilbijartinên komunan di 22'ê Îlonê de werin çêkirin.  Derbarê mijarê de nûnerên jin ên partiyên siyasî nêrînên xwe anîn ziman.

Nûnera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Elî da zanîn ku hilbijartinên komunan pir giring in û wiha got: "Hilbijartinên komînan ku wê di dema pêş de çêbibin, cihekî girîng digirin ji bo Federaliya Bakurê Sûriyê. Em jî weke jin ji bo agahdarkirina gel û danasîna giringiya van hilbijartinan li ser pêşeroja Sûriyê di nava kar û xebatê de ne. Wê ev hilbijartin ji bo tevahiya cîhanê bibin nimûne."

'BERPIRSYARIYA HERÎ MEZIN JÎ DIKEVE SER MILÊ JINÊ'

Hediye Elî anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û divê jin di hilbijartinan de xwedî rol bin û ev tişt got: "Bi pêşengiya jinê di Rojava-Bakurê Sûriyê de gelek destkeftî hatin bidestxistin.  Ji bo wê divê jin li van destkeftiyên xwe xwedî derkevin û di hilbijartinên komînan de xwedî rol bin. Erka herî mezin jî dikeve ser milê jinan. Her wiha  ne tenê di hilbijartinên komînan de, heya hilbijartinên meclis û kongra gel jî divê jin pêşeng bin û bi awayekî  aktîv tevlî hilbijartinan bibin. Banga min ji tevahî jinan re heye ku nûnertiya tevahiya jinan bikin û mafê xwe biparêzin. Pêşeroja ku jin tê de nebe ticaran biser nakeve."

'HILBIJARTINA KOMUNAN GAVEKE GIRÎNG E'

Nûnera Partiya Çep a Demokratîk Şehnaz Mustefa jî da zanîn ku hilbijartinên komunan ji bo pêşeroja civaka bakurê Sûriyê gaveke serkeftinê ye û wiha pê de çû: "Di şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê de weke ku jinê di gelek qadan de serkeftin bi dest xist, divê di hilbijartinan de jî pêşeng be û biser keve. Bi vê armancê divê tevahî jinan bi yekdengî biçin hilbijartinê."

'KOMUN HEVGIRTINA TEVAHÎ PARTÎ Û GELAN E'

Nûnera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Menal Mişo jî ev nirxandin kir: "Li ser esasê komunan ji aliyê partiya me ve gelek guhertinên erênî çêbûn, Ji ber ku komun hevgirtina hemû partiyan e, pêşeroja azadiya vî welatî jî bi yekbûna tevahî gel, netew û partiyan dê were çêkirin. Em ê dengê xwe bidin kesên ku bikaribin barê şoreşê hilgirin û civaka exlaqÎ û wekhev avabikin."