Jin li dijî tecrîtê hatin gel hev

TJA’yê di çarçoveya kampanyaya dirûşmeya “Wê tecrît têk biçe, azadî bi ser bikeve” li Silopiyê çalakî lidar xist. Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez di çalakiyê de diyar kir ku mirov nikare li Tirkiyeyê behsa edaletê bike.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya “Wê tecrît têk biçe, azadî bi ser bikeve” li gundê Ortakoy a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê civîn lidar xist. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycen Îrmez, endamê PM’a HDP’ê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP’a bajêr Zeynep Unat, Hevserokê Şaredariya DBP’ê ku hat xespkirin Ozlem Kûtlû, Meclisa Jinan a HDP’a nevçeyê û gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez li ser navê heyetê axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê nikarin behsa edalê bikin. Îrmez diyar kir ku dema mijar dibe Kurd hemû hêzên desthilatdar dibin yek.

Endama PM’a HDP’ê Nuran Îmîr jî anî ziman ku tecrîta girankirî ya li ser Ocalan, di heman demê de pêkanîna li ser hemû gelan e.

Piştî civîna Ortakoy, heyetê gundê Xezayî ziyaret kir.