Çalakiyên TJA'yê  li Wanê berdewam dikin

Li Wanê bi pêşengiya TJA`yê hevdîtina jinan û şahî pêk hat.

Li Wanê di pêşengiya TJA`yê de  li avahiya DBP hevdîtina jinan û şahî  pêk hat. Di hevdîtina hat kirin de Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyan jî tevlî bûn. Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe û hunermend Pinar Aydinlar jî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta li ser wê “Em ê qirkirina jinan bidin sekinandin, jiyanê azad bikin, wê tecrît têk biçe û azadî bi ser keve” hat daliqandin.

Destpêkê hevseroka HDP'a Wanê Gulistan Orhan axivî. Gulistanê bal kişand ser qirkirinên jinan û got ku pêwîst e jin li her deverên jiyanê li hemberî zilmê li ber xwe bidin.

DIVÊ JIN LI HERÊ LI BER XWE BIDIN

Piştî Gulistanê endama PM' a HDP'ê Zahîde Besî axivî. Zahîde diyar kir ku dewlet destkeftiyên jinan hedef digire û wiha got: “Kampanyaya me bi pêşengiya jinan dest pê kir. Em jin em ê bi rêxistinbûyîna xwe vîna xwe nîşanî neyaran bidin. Mîna her tiştekî helbet pêşengiya têkoşînê jî wê jin bikin."

‘DÎROKA JINAN JI WAN HATIYE DIZÎN’

Piştre Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe axivî.  Bedîa diyar kir ku dewlet civakek azad naxwaze û got ku êrîşên xwe zêdetir dike û wiha pê de çû; “Yekîtiya me jinan pir pîroz e. Ger ku em niha bên bi hev re û nirxandinê li ser azadî û rêxistinbûyina jinan bikin ev tê wê wateyê ku me jinan serkeftinên mezin bi dest xistine. Ev yek jî hêzê dide me.  Me jinan wijdanê civakê ava kir. Di dîrokê de heya niha desthilatdaran her tim jin tune hesibandine. Dîroka jinan a mezin ji jinan hatiye dizîn."

‘GELÊ KURD BI TECRÎDÊ CEZA DIKIN’

Bedîayê bal kişand ser tecrîta li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Tecrîta li ser birêz Ocalan her roj girantir dibe. Ev tecrît binpêkirina mafên mirovan û neyartiya li hemberî gelê Kurd e. Wê tecrît bi pêşengiya jinan bê şikandin.”

Piştî axaftinan bername bi stranên hunermend Pinar Aydinlar û govenda jinan berdewam kir.