Şervana YPJ'ê ya li Dêra Zorê: Em ê tola şehîdên xwe rakin
Ji şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne Nazlican Firat got, "Çiqasî êrîş li me bên kirin û birîndar bibin jî em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin."
Ji şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne Nazlican Firat got, "Çiqasî êrîş li me bên kirin û birîndar bibin jî em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin."
Bi hezaran şervanên YPJ'ê bi awayekî çalak tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne û bi berxwedan û têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina hemû jinan bûne bersiv. Felsefeya azadiya jinê ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine niha bi awayekî xurt pêk tînin. Li cem her şervaneke YPJ'ê çîrokên berxwedanê û têkoşînê hene. Nazlican Firat jî yek ji wan şervanên ku niha di nava berxwedana bêhempa de ye û ji bo azadiya jinan cihê xwe di nava Bagera Cizîrê de girtiye.
Nazlîcan diyar kir ku ew di sala 2012'an de tevlî YPJ'ê bûye û wiha got: "Min jî xwest ku dîroka azadiya jinê bi xwîna xwe weke hevrêyên şehîd binvîsim. Min di gelek operasyonên rizgarkirina bajar û gundewarên Rojavayê Kurdistanê de cih girtiye. Di parastina gelê Şengalê de ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de me weke şervanên jin cihekî girîng girt. Li Şengalê şehadeta hevrê Jiyanda, Dara û Agir pir giran bû ji bo me. Ji bo ku hevrê Agir ji çemberê derxin, di rê de ew heval şehîd dikevin. Heya niha ez jî li ber xwe didim ku tola hevrêyên xwe hilînim. Gotin têrê nake ku em bahsa berxwedan û têkoşîna hevrêyên şehîd bidin."
Nazlican Firat destnîşan kir, ku ew çiqasî birîndar jî bibin, ew ê xwesteka tolhildanê ya hevrêyên xwe pêk bînin û got: "Çiqasî êrîş li me bên kirin û birîndar bibin jî em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin. Şervanên YPJ'ê çawa ku pêşengî ji şoreşê re kir, niha jî bi ruhê ruhê azadiyê vê têkoşîna xwe didomînin. Em di Pêngava Bagera Cizîrê de weke şervanên YPJ'ê cih digrin. Em jî bang li jinên Dêra Zorê dikin ku ji bin zilm û zordariyê derkevin û tevlî nava refên azadiyê bibin. Jin li ku derê dibin bila bibin armanca me ya ji têkoşîn û berxwedanê azadiya hemû gelan e û bi taybet jinên ku êşkence û zordarî li wan hatiye kirin."