Dengê ji Girtîgeha Tarsûsê tê: Li pêş çavên me dihelin

Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a li Girtîgeha Tîpa T a Tarûsê li hemberî kiryarên xerab û êşkenceyê hatiye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê ev 3 meh in li dijî êşkence û kiryarên xerab li ber xwe didin, bû mehek ku di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne. Li gel desteserkirina mafên danûstandin, aktîvîteyên civakî û derketina revîrê, îdareya girtîgehê her roj diavêjin ser qewîşan û êşkenceyê li girtiyan dikin. Hejmara çalakgerên greva birçîbûnê, ku bi 13 girtiyan dest pê kir roj bi roj zêde dibe. Wezareta Edaletê û Rêveberiya Girtîgehê bi israr in ku daxwazên girtiyan ji nedîtî ve werin. Girtiyên jin jî li hemberî vê yekê tawîzê ji berxwedana xwe nadin. Rewşa tenduristiyê ya jinên çalakger, nebaş dibe.

'ŞÎDET ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE'

Parêzer Azîze Kozan li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyan agahî da û anî ziman, ku rewşa muwekîlên wê yên hevdîtin bi wan re kiriye, nebaş e. Azîze Kozan hevdîtina xwe ya bi muwekîla xwe re kir: "Gelekî zeyîf bûbû. Tenduristiya wê nebaş bû. Li gorî gotinên ji min re got, şîdeta fîzîkî di dema sermijartinê de her roj li wan dikin. Got ku li hevaleke wan xistine. Navê wê hîn negihaştiye me, lê belê şîdeta li wir bi dijwarî dewam dike."

Kozan ragihand, heman tişt li hemberî malbatan û parêzeran jî tê kirin û got, "Di nava şert û mercên gelekî giran de em bi zorê dikarin hevdîtinê bikin. Ji ber vê rewşê em di nava tirs û fikaran de ne. Şîdet roj bi roj zêde dibe û tenduristiya girtiyan jî nebaş dibe."

'DIVÊ DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'

Zelal Dag jî anî ziman, ku xwişka wê ya li Girtîgeha Tarsûsê ye di axaftina heftane ya bi telefonê de jê re gotiye, "Hevalên me li pêş çavên me dihelin. Û tiştek ji destê me nayê. Divê daxwaz werin qebûlkirin." Zelal Dag bang li raya giştî kir, ku bala wan li ser vê mijarê be û bi berpiryarî rabe.

Daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ev in:

Şert û mercên li girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan bên sererastkirin.

Ji bo girtî karibin yekser bi rêveberiya girtîgehê re têkiliyê deynin, nûnerên ku ji aliyê girtiyan ve hatine diyarkirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bên naskirin.

Dawî li lêgerîna bi tazî ya girtiyan bê anîn.

Pêşî li hevdîtina nava girtîgehê, posta û aktîvîteyên civakî yên li nava girtîgehê neyê girti.

Di dema hevdîtina girtî de dawî li pêkanîna 'nûmara T.C. û nûmara kodkirinê' bê anîn.