8. Civata Giştî ya KJK'ê pêk hat, biryarên dîrokî hatin stendin
8. Civata Giştî ya KJK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Di civata giştî de, biryar hat girtin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngaveke nû bê destpêkirin.
8. Civata Giştî ya KJK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Di civata giştî de, biryar hat girtin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngaveke nû bê destpêkirin.
8. Civata Giştî ya Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 2-6'ê Îlona 2017’an de bi tevlîbûna 115 delegeyên ji hemû beşên Kurdistanê û derveyî welat li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Civata Bi şiyara "binketina dagirkerî û faşîzmê azadiya jinê û gelan e' pêk hat.
Di Civata Giştî de hevpeymana KJK'ê hat erê kirin, biryarên dîrokî hatin girtin û di dawiya civatê de jî bi hilbijartinê Desteya Rêveberiya KJK'ê hate diyarkirin. Di Desteya Rêveberiya KJK’ê de li rex temsîla beşên Kurdistanê, 15 kes jê rêveberiyên qadên Kurdistanê yê civakî bi giştî 45 kes bûn endamên Desteya Rêveberiya KJK'ê.
8. Civata Giştî ya KJK’ê ku 5 rojan ajot, bi axaftina endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan dest pê kir. Bi xwendina perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi nirxandina siyasî ya li ser esasê rojeva jinê û raporên hemû qadan dewam kir. Her wiha plansazî û biryar hatin girtin û bi hilbijartina Endamên Desteya Rêveber a KJK’ê civata 8. bidawî bû.
Di civatê de li ser esasê avakirina sîstema konfederal a jin û rehendên wê de nîqaş hat kirin û biryarên girîng hatin stendin. Yek cudahiya vê civatê jî ev bû ku bi tevlîbûna gel û dayikan û bi temsîla jinên ji her beşên Kurdistan û derveyî welat û hevserokên rêxistinan û berdevkên rêxistinbûnên xweser pêk hat. Li ser vê esasê weke rojeva sereke; demokratîkkirina siyasî ya bi rengê jin hate nirxandin. Lewma ji aliyê civatê ve biryar hate girtin ku nirxandina siyasî weke belgeyekê di dema pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.
Di civatê xaleke din a esasî li ser helwesta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Li ser bingeha azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Sonda me ye: Em ê tecrîda li Îmraliyê parçe bikin, Rêber Apo azad bikin' biryara pêngava nû ya rêze çalakiyan hate girtin. Her wiha rewşa jinan a cîhanê û bi taybet jî ji ber şert û mercên şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn û yekîtiya jinên Kurd a Neteweyî û bi giştî li ser têkoşîna li hember qirkirina jin û zarokan nîqaşên xurt hatin kirin. Ji bo avakirina sîstema konfederal a jinê biryara 'bilindkirina têkoşîn û rêxistiniya jinê ya li hemberî sîstema baviksalarî' hate stendin. Li ser esasê avakirina jiyana alternatîf û hevjiyana azad li her derê temsîliyeta jinê ya wekhev û sîstema hevserokatî li rex wê avakirina komîn, meclîs û komîteyan biryara pêngava rêxistinbûnê weke seferberî hate girtin.
Li Civata Giştî ya KJK'ê li ser esasê avakirina pergala neteweya demokratîk û bicihanîna 12 rehendên wê; komîteya civakî, komîteya siyasî, komîteya ekolojiye, komîteya aboriya komînal, komîteya tenduristiyê, komîteya perwerdeyê, komîteya ragihandinê, komîteya çand-huner, komîteya tifaq û têkiliyên demokratîk, komîteya hiqûq, komîteya rêveberiyên herêmî û komîteya xweparastinê hate diyar kirin.
8. Civata Giştî ya KJK’ê bi axaftina endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta qediya.