Koçerîn Azadî: Em ê jinên Dêra Zorê azad bikin

Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Koçerîn Azadî ku di pêngava Bagera Cizîrê de cih digire kevneşopiyên civakê û berxwedana li hember tê kirin nirxand û got: "Em ê jinên Dêra Zorê rizgar bikin. Jin wê êdî xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin."

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re bi hezaran keç û xortên ku li ser axa welat dijîn tevlî refên azadiyê YPG/YPJ'ê bûn, bi hezaran jinan li hember koletiyê serî hildan û bûn şopdarê şehîdan. Bi destpêkirina pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla bi armanca rizgarkirina bajar û gundê Minbicê ji koletiya DAIŞ'ê û bi saya şervanên azadiyê ku bi berdelên giranbûha Minbic azadkirin bi sedan jinên ciwan tevlî refên şoreşê bûn. Niha di Pêngava Rizagarkirina bajarê Reqa û pêngava Bagera Cizîrê cih digirin. Yek ji van jinan Koçerîn Azadî ye.

Şervana YPJ'ê Koçerîn Azadî ku niha di pêngava Bagera Cizîrê bi armanca rizgarkirina Rojhilatê Firatê û bejahiya Rojhilatê Dêra Zorê di çeperên herî pêş şer dike. Dixwaze li dilê dijmin bixe û êdî jinê ji vê koletiya hezaran salan xilas bike.

Koçerîn Azadî anî ziman ku kevneşopiyên civakî yê koletiyê û sînordayîna li pêşiya pêşketina jinê hişt ku heya niha jin bê îrade û hêz bimîne û got: "Jin di nava civakê de weke amûrekê bi kar anîn. Ji ber kevneşopiyên civakê malbata min nehişt ku ez bixwînim. Di civaka Ereb de ewqas zilm li ser jinê heye, dema ku ez tevlî YPJ'ê bûm ez hatim cîhanek ronî."

Azadî di dewama axaftina xwe de behsa dema DAIŞ'ê dike û wiha dibêje: "Eger ku jinek derketibûya derveyî malê an jî tenê li kolanê bûya, çeteyên DAIŞ'ê destdirêjî lê dikirin. Dema ku ez li mal bûm malbata min di nava tirsekê de ez didam jiyîn.  Her kesî jin biçûk didît.

Her jinek tevlî hêzên YPJ'ê dibe êdî rastiya xwe nas dike û dixwaze bi jinên din bide naskirin. Armanca  têkoşîna me azadî û rizgarkirina hemû jinan e. Şervanên YPJ'ê yek dest û nerîn in lewma ewqas serketin di asteke bilinde tê bidestxistin."

Koçerîn Azadî diyar kir ku armanca wê weke jinekê tevlî hêzên YPJ'ê bûye û niha cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de girtiye ew e ku hemû jinan rizgar bikin û got, "Êdî dema azadiyê bi wan bidin jiyîn. Bêhneke azad û bi rûmet bikşînin."

Koçerîn Azadî di dawiyê de bang li hemû jinan dike ku tevlî refên azadiyê bibin û şerê dijminê hov ê ku koletiyê li hember jin ê dimeşîne bike, jinan azad bike û zilmê bi dawî bike, divê ku ew jî werin tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bibin heta ku bikaribin jinên Dêra Zorê bi tevahî rizgar bikin.