Konca: Helwesta hevalên me yên dîl hatine girtin berxwedan e

Parlamentera HDP’ê Besîme Konca rewşa taloqkirin û dewamkirina girtina cîgira hevseroka giştî Aysel Tûglûk û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê nirxand. Konca da zanîn ku ev encama aciziya siyaseta Tirkiyeyê ye.

Di 8’ê Îlonê de rûniştina doza Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê hat dîtin.  Rûniştina Aysel Tûglûk taloqî 15’ê Kanûnê û ya Selma Irmakê taloqî 3’ê Mijdarê hat kirin. Her wiha dadgehê biryara berdewamkirina girtina wan da. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca derbarê mijarê de axivî û got ji berk u îradeya jinê bi awayekî xurt derketiye holê parlamenter û hevserok tên girtin.
 
Konca bi lêv kir ku ji siyasetê bigire heta fabrîkayê, heta kolanê şîddeta li ser jinê berdewam dike û divê stratejiyeke têkoşînê ya topyekun were pêşxistin.
 
‘LI DIJÎ ÎRADEYA JINÊ ÊRÎŞ E’
 
Konca da xuyakirin ku ew jî tevlî rûniştina Aysel Tûglûkê bûye û di rûniştina dawî de dozger îddîaname amade kiriye û di îddîanameyê de,  ‘Tirkiye dikare çawa demokratîk bibe, mîsyona dîrokî ya KCD’ê ya di çareseriya doza Kurdan de û di vê mijarê de hevdîtinên bi Abdullah Ocalan’ cih girtiye. Koncayê ev tişt anî ziman: “Civîn û çalakiyên KCD’ê di îddînameyê de cih girtibûn. Ev encama aciziya siyaseta Tirk e.  Sûcdariyên li dijî hevala me  Selma Irmakê jî dîsa bi heman awayî ye.  Êrîşa li dijî îradeya jinê encama neçareseriyê ye. Encama polîtîkaya dewletê ye, ya ku bi salan e naguhere.”
 
‘JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ HEWL DAN’

 
Konca di berdewamiyê de da xuyakirin ku tevlîbûna meclîsa jinan a HDP’ê ya li qada siyasetê dewlet xistiye nav fikaran. Di tevlîbûna jinan a siyasetê de HDP’ê gelek berdêl da. Em îro bi êrîşeke topyekun re rû bi rû ne.”

Konca diyar kir ku rûniştina Irmak û Tûglûkê taloqî dîrokên dûr hatiye kirin û ev jî parçeyeke polîtîkaya dîlgirtinê ye.
 
‘HELWESTA HEVALÊN ME BERXWEDAN E’
 
Konca di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dewlet di dijhiqûqîbûn û bêdadiyê de israr dike. Dixwazin bi rêya dadgehan vî tiştî bikin. Di îddîanameyên hatine amadekirin de me wisa dît.  Lê tenê bi vê ne sînor e.  Girtin, tayînkirina qeyûman, nêzîkatiya li dijî kedkaran, Rewşa Awarte. Tirkiye bi rîskeke mezin re rû bi rû ye. Lê helwesta hevalên me yên hatine girtin berxwedan e. Berxwedana li dijî zîhniyeta yekparêz.”