Rola jinan a di hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê de hate nirxandin

Desteya Jinê ya Cizîrê, ji bo nirxandina rewşa siyasî, hilbijartin û rola jinan a di hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê de, civînek li dar xist. Emîne Omer li vir axivî û got, "Ev sîstem wê bi rêxistiniya jinê li şûna xwe rûnê."

Desteya Jinê bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî li Bakurê Sûriyeyê û rola jinan di hilbijartinan de, li sendîkeya Kedkaran a bajarokê Rimêlan civînek li dar xist. Civîn bi tevlîbûna bi dehan jinên Kurd, Ereb, her wiha endamên sazî û rêxistinên civakî yên Girkê Legê û Dêrikê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Rêvebera Desteya Jinê ya Cizîrê Emîne Omer rewşa siyas ya dawî nirxand û got, "Piştî 6 salan ji şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê em niha di rojên dîrokî de derbas dibin. Kedeke jinê ya mezin a bingehîn di nava tevahî sazî û rêxistinan de heye. Jin bi pergala xweseriyê re xwe bi rê ve birin û niha ber bi hilbijartinan ve diçin. Çawa ku vîna jinê ya xurt di destpêka îlankirina xweseriyê hebû, divê di hilbijartinan de jî îradaya xwe ya xurt bi fikir û ramanê xwe derbixe holê. Ji ber ev pergal wê bi rêxistinkirina jinê were rûniştandin. Projeya federaliya demokratîk xwedî girîngiyeke mezin e ji bo pêşeroja Sûriyeyê û avakirina welatekî azad li ser esasê azadiya jinê."

Civîn bi nîqaş, pirs û bersivdanê bi dawî bû.