Malatya: Armanca me ya bingehîn, azadiya Rêbertî û jinê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Malatya diyar kir, ku di Civata Giştî ya 8. de biryarên girîng hatine girtin û got, azadiya jin û gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Malatya diyar kir, ku di Civata Giştî ya 8. de biryarên girîng hatine girtin û got, azadiya jin û gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe.
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), 8. Civata Giştî di navbera 2-6'ê Îlona 2017'an de pêk anî.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Dîlan Malatya, li ser rojeva civata giştî ji ANF'ê re axivî.
Malatya diyar kir, ku wan di civata giştî de pirsgirêkên têkildarî avakirina sîstema Konfederal a Demokratîk û 9 aliyên neteweya demokratîk nirxandine û got, "Aliyên civakî, siyasî, hiqûqî, tenduristî, perwerde, dîplomasî, hevjiyana azad, çand û xweparastin ên sîstema Konfederal a Demokratîk hatin nirxandin."
Malatya ragihand, ku yek ji mijarên ku di civata giştî de bi giranî hate nîqaşkirin, parastina jinê û avakirina sîstema parastinê ye û got, "parastin tenê bi çekê nayê kirin. Parastin bi avakirina neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk dibe."
AVAKIRINA SÎSTEMA JINÊ
Di dewama axaftina xwe de Malatya anî ziman, ku wan Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê weke model nirxandine û wiha dewam kir: "Di pratîkê de em dikarin her tiştî ji xwe bidin destpêkirin û bi vî rengî bikin. Bi rengekî şênber em dikarin vê bêjin; Li Rojava ku qada bingehîn a şoreşa îro ye, mirov dikarin bi awayekî zelal avabûna sîstema me bibînin. Di nava şert û mercên şer de em dikarin vê sîstemê çawa ava bikin? Me gelek gav avêtin. Îro li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û Rojava, jinê sîstema xweparastina xwe ava kirine, aboriya xwe û kooperatîfên xwe ava kiriye. Yek ji hîmên bingehîn ên sîstemê jî kooperatîf, akademî, meclîs in. Ev di pratîkê de bi cih tê anîn."
Malatya destnîşan kir, ku modela Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û Rojava, yek ji xalên girîng ên rojeva civata wan a giştî bû û got, "Ev model e û em dixwazin li parçeyên din ên Kurdistanê belav bikin."
Malatya işaret bi sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev kir û diyar kir, ev yek avakirina sîstema jinê ye.
'NETEWEYA DEMOKRATÎK SÎSTEMEKE JINÊ YE'
Dîlan Malatya ragihand, ku neteweya demokratîk ji aliyê jinê ve tê avakirin û destnîşan kir, ku gelekî girîng e jinên li Rojhilata Navîn di asta ku pêşengiyê ji şoreşê re bike xwe bi rêxistin bikin.
Malatya got, "Em dixwazin di dema pêş de vê yekê ne tenê bi jinên Kurd re, her wiha bi jinên din re jî pêk bînin. Jinên Ereb tevlî avakirina vê sîstemê bûne. Wekî din jinên Ermenî, Tirkmen, Çerkes, Asûrî û Suryanî jî tevlî vê sîstemê bûne. Li ser vê bingehê, neteweya demokratîk ji aliyê jinan ve tê afirandin. Jin bi rista pêşengiyê radibin. Neteweya demokratîk bi xwe sîstemeke jinê ye. Me ev yek di civata giştî de bi berfirehî nirxand."
'AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERÊ ME BI AVAKIRINA SÎSTEMÊ VE GIRÊDAYÎ YE'
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Dîlan Malatya da xuyakirin, ku azadiya gelên Rojhilata Navîn û Ocalan bi avakirina sîstemê ya bi rengekî rast dibe û herî dawî got, "Şoreşa jinê bi vê ve girêdayî ye. Rêbertî digot, 'Azadiya min bi çend çalakiyan nikare bê kirin'. Rêbertî ji xwe ji aliyê ramanî ve azad e. Lê belê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi avakirina sîstemê dibe. Eger em vê sîstemê bi lez û xurtî ava bikin, wê Rêberê me jî ji aliyê fîzîkî azad bibe. Şoreşa jinê jî bi vê ve girêdayî ye. Yek ji armancên me yên bingehîn ên dema pêş jî azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye, pêkanîna şoreşa jinê ye û danîna bingeha şoreşa çandî û civakî ye."