Jin wê sibê li 9 bajaran nobedê bigirin

TJA wê sibê bi awayekî hemwext li 9 bajaran nobedê bigire. Nobeda ku wê saet di 19.00'an de dest pê bike, wê bi şev jî dewam bike û roja din saet di 12.00'an de biqede.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 3'yê Tebaxê de bi şiyara "Em ê pêşî li komkujiyên jinan bigirin, jiyanê azad bikin", di 19'ê Tebaxê de jî li Stenbolê "Wê tecrîd têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" kampanya dabû destpêkirin. Wê sibê li 9 bajaran bi awayekî hemwext nobedê bigirin. Nobeda wê saet di 19.00'an de dest pê bike, bi şev jî dewam bike û roja din saet di 12.00'an de wê bi dawî bibe. Wê nobed bi awayekî hemwext li Stenbol, Îzmîr, Wan, Amed, Mersîn, Enqere, Êlih û Mêrdînê bê destpêkirin.

Çalakiya nobedê ya li Amedê wê li Kuçeya Hunerê dest pê bike. TJA'yê bang li tevahiya jinan kir ku li 9 bajaran tev li hemû çalakiyan bibin.

CIVÎNÊN GEL DEWAM DIKIN

Her wiha gelek civînên gel ên di meha Îlonê de hatine destpêkirin jî li gelek navçe û bajaran dewam dike. Li Amed û navçeyên wê bi qasî 20 civînên gel hatin lidarxistin. Di civên gel de êrîşên li dijî jinan bûn mijara nîqaşan û li dijî vê divê têkoşîneke çawa bê girtin, pêşniyar û nirxandin hatin kirin.

WÊ MÎTÎNGA JINAN PÊK BÊ

Wê di meha Cotmehê de jî amadekariyên mîtîngê bên kirin. Di 7'ê Cotmehê saet di 12.00'an de li Salona Konferansê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Amedê wê panela têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa li dijî jinan bê lidarxistin. Di civînê de wê tecrîd bê dest girtin. Di 21'ê Cotmehê de jî di pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a DBP'ê de li Qada Stasyonê mîtîng bê lidarxistin.