JIN
Endama Fermandariya Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan li ser lihevkirina NATO û MÎT'ê sê şoreşgerên jin hatin şehîdxistin û got: “Di dil û mejiyê Tevgera Azadiyê û gelê me de kujer zelal in. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin"
Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên ji bajarê Qamişloyê di salvegera komkujiya Parîsê de daketin qadan û meşiyan.
KBDH'ê têkoşîna jinên li Parîsê hatin qetilkirin silav kir û got, "Ji Rosayan heta bi Sarayan jinên berxwedêr wê bi ser bikevin."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ser bixînin.
Ji fermandaran Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, şehîd Sara hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe wate da têkoşîna azadiyê.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Êşkence li girtiyên jin dikin
Jinên ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ne, ji tacîzê ta bi tundiyê, binpêkirina mafan vegotin, û diyar kirin gelek cezayê disîplînê didin wan, tedawiya girtiyên bi nexweşiya giran nakin.
-
-
Hunermenda biçûk Derya Osman...
Derya keçeke biçûk e, ji kel û pelên hatine avêtin tabloyên hunerî çêdike û dîwarên li bajarê Silêmaniyê bi rengê jiyanê dineqişîne.
-
Jinên Kurd ên li Yarşovê xwe bi rêxistin kirin
Jinên Kurd ên li navçeya Yarşovê ya Rûsyayê xwe bi navê "Tevgera Jinên Kurd a Zîlan" bi rêxistin kirin. Di konferansê de işaret bi girîngiya azadiya Ocalan hate kirin û hate gotin ku hemû karên wan wê ji bo azadiya Ocalan be.
-
'Ez ê li ber lîseya Cizîrê cihê xwe bigirim’
Supiye Bulut, ku ew jî yek ji dayikê Şemiyê ya Cizîrê ye û hevserê wê Suleyman Turgut bi ‘kiryar nediyar’ hate kuştin, wê dîsa li ber Lîseya Cizîrê ku bi hinceta Rewşa Awarte ev 3 sal in dihate astengkirin çalakiya xwe bidomîne.
-
-
-
Li Krasnodarê tecrîd hate protestokirin
Jinên Kurd yên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin û nerazîbûn li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate nîşandan.
-
-
-
Ceza dan rojnameger Hulya Emeç
Ji ber nûçeyeke ku rojnameger Hulya Emeç çêkiribû, doz lê hatibû vekirin. Dadgehê 6 mehan cezayê girtîgehê da rojnameger Emeç û Hafîze Tûnûç a ku bûyer jê re ragihandibû.
-
-
-
-
'Êşa Şengalê di dilê me de ye'
DAKB'ê bi wesîleya salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û got, "Wêneyê Şengalê ji bo civata Elewiyan ne xerîb bûn. Bi taybetî jinên Elewî êşa Şengalê di dilê xwe de hîs kirin."
-
-
-
-
-
TJA'yê ji bo 3'ê Tebaxê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
TJA'yê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an êrîş birin ser Şengalê, bi pêşengiya jinan hatin têkbirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku 3'ê Tebaxê weke "Roja Qirkirina Jinê û Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirina Jinê" qebûl bike.
-
-
YPJ li Til Temirê tabûreke nû vedike
Bi zêdebûna hejmara şervanên jin re YPJ amadekariyê dike ku li Til Temirê tabûreke nû ya jinan vedike. Fermandara YPJ'ê Zagros Egîd diyar kir ku YPJ nasnameya jinên azad e!