Jinên Kurd ên li Yarşovê xwe bi rêxistin kirin

Jinên Kurd ên li navçeya Yarşovê ya Rûsyayê xwe bi navê "Tevgera Jinên Kurd a Zîlan" bi rêxistin kirin. Di konferansê de işaret bi girîngiya azadiya Ocalan hate kirin û hate gotin ku hemû karên wan wê ji bo azadiya Ocalan be.

Jinên Kurd ên li navçeya Yarşovê ya bajarê Saratov ê Rûsyayê, roja 8'ê Tebaxê konferansa xwe ya yekemîn pêk anîn û bi danezanekê encamên konferansê ragihandin.

Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku konferans bi dirûşma "Em ê yekîtiya xwe ya xweser pêk bînin, têkoşîna xwe ya li dîasporayê geş bikin, sîstema Îmraliyê hliweşînin û Serok Apo azad bikin" hate lidarxistin.

AZADIYA OCALAN WÊ KARÊ SEREKE BE

Hate ragihandin ku rojeva destpêkê ya konferansê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û işaret bi girîngiya azadiya Ocalan hate kirin: "Azadiya jinên Kurd û tevahiya gelê Kurd bi şikandina pergala Îmraliyê û azadiya Serok Apo dibe. Li ser vê bingehê konferansa me biryar da ku karê ji niha û pê ve werin kirin ji bo azadiya Serok Apo bin."

TEVGERA JINÊN KURD ÊN LI YARŞOVÊ AVA BÛ

Di dewama encamnameyê de hate destnîşankirin, erka demê ya jinên Kurd e ku li ser xeta hevjiyana neteweya demokratîk xwedî li xwe derkevin û jiyana azad ava bikin.

Di encamnameyê de işaret bi girîngiya xwerêxistinkirinê hate kirin û hate gotin, "Pêwîst e her civak, ji heft heta heftê salî xwe rêxistin bike. Civakên ku bêrêxistinin, pirsgirekên wan ên man û nemanê hene. Pirsgirêkên di nava civakê de gelek in. Bi taybetî pirsgirekên malbatî, pirsgirêkên jinan li vir jî gelek in. Di konferansê de pirsgirêkên jinan, keçên ciwan û malbatî, pirsgirêkên çandî hatin nirxandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan biryarên girîng hatin girtin."

Hate ragihandin ku Jinên Kurd ên li Yarşovê wê ji niha û pê ve di bin sîwana "Tevgera Jinên Kurd a Zîlan" de xwe bi rêxistin bikin û hate gotin, di konferansê de meclîs û rêveberiya wê hatiye hilbijartin.

RUHÊ PÊNGAVA VEJÎNÊ MOHRA XWE LI KONFERANSÊ XIST

Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku konferans di salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de hatiye lidarxistin, lewma ruhê pêngava vejînê mohra xwe li konferansê daye.