KJK: Divê 3'ê Tebaxê weke 'Roja Qirkirina Jinan' bê qebûlkirin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û got, "3'ê Tebaxê weke Roja Qirkirina Jinan bê qebûlkirin."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera Qirkirina Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK'ê bi bîr xist ku hîn jî bi hezaran jinên Êzidî êsîr in û ji bo çalakiyên bi wesîleya 3'ê Tebaxê li gelemperiya cîhanê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku li gel komkujî û fermanan civaka Êzidî heta niha xwe parastiye û polîtîkayên asîmîlasyonê û rêvebirina ji aliyê desthilatdariyên serdest ve qebûl nekiriye. KJK'ê destnîşan kir ku civaka Êzidî ji aliyê dîrokî ve li şûna teslîmiyet û asîmîlasyonê timî berxwedan tercîh kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî ku PDK'ê Şengal terikand, zîhniyeta faşîzma reş a DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an êrîş bir ser Şengalê û qirkirina 74'an li civaka me ya Êzidî hate kirin. Bi fermana 74'an re kiryarên qirkirinê yên herî hov ên li dijî mirovahiyê careke din li ser civaka me ya Êzidî hatin ferzkirin, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin weke xenîmet hatin revandin û bi hezaran neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku Derwêşên hemdem û donzdeh şervanên bi pêşengiya PKK'ê li dijî fermana 74'an dest bi şerê xweparastinê kirin û pêşî li fermanê girtin. KJK'ê destnîşan kir ku civaka Êzidî li ser vê bingehê li Şengalê ma û hebûna xwe lê dewam kir.

KJK'ê êrîş û revandina bi hezaran jinên Êzidî weke êrîşa li dijî azadiya jinên li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bi nav kir û wiha dewam kir: "Pêşengî û têkoşîna me ya azadiya jinê ku li Rojhilata Navîn derketiye holê, sîstema baviksalariyê xistiye nava tirs û fikaran. Bi komkujiya li jinên Êzidî kirin re xwestin, xeta azadiyê ya jinê qels bikin û çavê jinan bitirsînin."

KJK'ê da xuyakirin ku li Efrînê komkujiyên ku bi serkêşiya dewleta Tirk li dijî jinê hatin kirin, encama heman zîhniyeta DAÎŞ'ê ye û got, "Komkujiyên hatin kirin dişibin hev. Komkujiyên ku DAÎŞ û dewleta Tirk li Rojhilata Navîn li dijî jinê dikin, hewldana ji bo serweriya li ser tevahiya civakê ye.

Jin yek ji hêzên bingehîn ên demokrasî û azadiyê ne. Sîstemên netewe-dewletê ji bo hebûna xwe biparêzin û pêşî li hêzên azadiyê bigirin, beriya her tiştî êrîşî jinan dikin.

Di serî de jinên Êzidî, rêxistinkirin û xweparastina hemû jinan wê bersiva herî mezin a li vê yekê be. Jina ne rêxistinî û bê parastin, her gavê dikare bê qirkirin.

3'ê Tebaxê roja destpêkirina fermana li Êzidiyan rabû, divê bibe roja têkoşîn, rêxistinbûn, piştevanî û berxwedanê. Girîng e 3'ê Tebaxê bibe roja geşkirina xweparastin, rêxistinbûn û têkoşîna hevpar a hemû jinên cîhanê bi taybetî jinên Êzidî."

Koordînasyona KJK'ê bi bîr xist ku bi hezaran jinên Êzidî hîn jî êsîr in û li benda rizgarkirinê ne. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vê yekê divê 3'ê Tebaxê weke Roja Qirkirina Jinan ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve bê qebûlkirin. Ev yek wê ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan gelekî girîng be. Banga me li hemû jinên li gelemperiya cîhanê ye; ji bo ev hovîtiya ku di sedsala 21'ê de rû da neyê jibîrkirin û komkujiyên li jinên Êzidî hatin kirin li devereke din a cîhanê neyê kirin, çalakiyên hevpar li dar bixin.

Li ser vê bingehê, weke jinên li gelemperiya cîhanê em roja 3'ê Tebaxê û hemû rojan têkoşîna hevpar geş bikin, li dijî sîstema serwer a mêr li ber xwe bidin û azad bibin."